BI DÎMEN

Di Festîvala Çep de salvegera 46'an a PKK'ê hate pîrozkirin

Di pîrozbahiya li Nantesê de hate ragihandin ku PKK partiyeke jinê ye, serketin wê ya jinan, gelê Kurd û bindestan be.

Li bajarê Nantes ê Fransayê di Festîvala Çep de ku mehekê dewam dike, çar roj ji têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd re hate veqetandin.

Kolektîfa Festisol Nantes ku ji komên ANTI-FA, komunîst, femînîst, çep û saziyên amadekarên festîvalê pêk tê li gel Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nantesê di nava rojê de bi wesîleya salvegera 46'an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîrozbahiyêk lidar xist.

Di pîrozbahiyê de pêşangeha wêneyan a li ser şoreşa Rojava bal kişand. Di pêşangehê de rola pêşeng a jinê ya di şoreşa li Rojava de hate nîşandan û hate destnîşankirin ku Konfederalîzma Demokratîk xwedî paradîgmaya wekhevî, pêşengiya jinê û ekolojîk e.

Li gel pêşangehê her wiha sînevîzyonek li ser Şoreşa Rojava hate nîşandan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê û şehîdên şoreşê yên cîhanê Berdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F'ê Bêrîvan Firat axivî û li ser dîroka damezrandina PKK'ê, têkoşîna bi pêşengiya jinê û nêzîkatiya Rêber Apo ya li rizgariya jinê axivî.

Bêrîvan Firat got, "Ez Serok Apo silav dikim ku jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, her wiha gelê Kurd rakir ser piyani li Rojhilata Navîn veguherand hêzeke girîng û afirînerê felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Ev felsefe niha bûye felsefeya bingehîn a jinan li tevahiya cîhanê. Banga me li jinan ew e ku têkoşîna xwe ya hevpar li her qadê mezin bikin."

Piştî axaftinê ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Farqîn Azad derkete ser dikê û hunera axwe pêşkêş kir. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.