Ji têkoşerên destpêkê yên artêşbûna jinê ya li çiyayên Kurdistanê Delal Amed û Gulçiya Botan, ku niha fermandarên YJA Starê ne, bi wesîleya 8'ê Adarê ji ANF'ê re qala artêşbûna jinê kirin.
Delal Amed di sala 1992'an de li Amedê, Gulçiya Gabar jî di sala 1992'an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn.
Delal Amed bal kişand ser pêvajoya piştî salên 90'î û got, "Ew pêvajo serdemek bû, ku gel rabû serhildanê û PKK veguherî gel. Jinên Kurd ên bi PKK ya gelbûyî re hişyar bû, di vê serdemê de di asta herî bilind de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bûn. Bi taybetî sala 1992'an bû saleke konseptên êrîşê yên hêzên navneteweyî û nokerên Kurd li dijî têkoşîna azadiyê."
Amed anî ziman, di heman demê de vejîna jinên Kurd û berxwedaneke gelekî mezin a bi pêşengiya gerîla li nava gel rû da û wiha dewam kir: "Ev pêşveçûna li qada civakî, bû sedem ku gelek jin tevlî bibin û hejmara wan ji ya zilman zêdetir bibe."
Gulçiya Gabar da xuyakirin, ku di destpêka salen 90'î de rêxistinbûna wan a xweser tine bû û anî ziman, ku hingî bi giranî rol û tevlîbûna şexsan hebû. Gabar got, "Ya rast, hingî hişmendiya rêxistinbûna xweser tine bû. Armanca bingehîn azadiya welêt bû û ev armanc jî hevpar bû."
Gabar bal kişand ser şerê Başûr ê sala 1992'an û lehengiyên mezin ên mîna Bêrîtan bibîr xist. Gulçiya Gabar da xuyakirin, ku di encama kolektîfa fedayîtiya jinê de pêşî li êrîşên dijmin hat girtin û got, "Yanî dijmin li pêşberî hêza jinê têk çû. Vê vîna bilind û sekna hat nîşandan, ji bo jinan nirxeke gelekî mezin afirand. Paşverûtiya hevrêyên me yên mêr ên bawer nedikirin ku jin karibi şer bikin, hejand. Êdî her kesî fêhm kiribû, ku jin hem dikare şer bike, hem dikare li ber xwe bide, hem jî dikare bibe fedayî. Vê yekê bingeh ji artêşbûna jinê re afirand.
Gelek hevrêyên me pêşengî ji şer re kirin. Berdêl dan û ev yek jî bû sedem ku jin ji xwe bawer bike. Ev yek herî zêde encama keda fermandara me ya destpêkê hevrê Şehîd Azîme ye. Vê rewşê, şer ji yekdestiya mêr derxist.
Delal Amed anî ziman, PKK ji dema damezrandina xwe û pê ve cihekî taybet daye jinê û got, "Ya ku beriya niha ji aliyê ti partiyeke Kurdistanê ve nehat kirin, PKK'ê kir. Di danezana damezrandinê de jî cihekî taybet da jinê û nîşan da ku ew tevlîbûna jinan li nava têkoşînê girîng dibîne. Ev nêzîkatî di hemû serdem û qonaxên dîroka PKK'ê de dewam kiriye."
Amed da zanîn, jinên di nava hêzên gerîla de cih digirtin, êdî pêwîstî bi rêxistinbûna xwe ya xweser dîtin û di çarçoveya vê pêwîstiyê de li çiyayên Kurdistanê artêşbûna jinê derket holê.
Delal Amed got, "Di Kanûna 1993'an de Rêbertî bi rêya cîhazê ji hemû eyaletan re axivî û destnîşa kir, ku divê artêşbûna jinê were birêxistinkirin û ferman da hemû hevalên jin, ji bo di zivistanê de xwe bi xwe bi rêxistin bikin. Li ser vê perspektîfê li eyaletên Dersîm, Botan, Amed û Zagrosê, hevalên jin ji hevalên mêr cuda xwe bi rêxistin û bi cih kirin. Di wê zivistanê de me jiyan û perwerdeya xwe bi xwe birêxistin kirin. Ev gaveke nû bû, destpêk bû. Û moral, coşeke mezin da hemû hevalên me yên jin. Ev rêxistinbûn, ragihandinek ji bo navxweyî bû. Di wê zivistanê de ji bo raya giştî ya derve ti daxuyaniyek nehatibû dayîn.
Gulçiya Gabar jî got, "Piştî tecrûbeyeke şer a tevlîbûna fîzîkî, Rêbertî artêşbûna jinê xist rojeva me. Bi vî rengî ji aliyê îdeolojîk ve pêvajoyeke amadekariyê danî pêşiya me. Fêhmkirina hebûna xwe û baweriya bi hêza xwe bi perwerdeyan derketin holê."
Gabar anî ziman, di sala 1993'an de komîteyên azadî û wekheviyê hatin ragihandin û diyar kir, di zivistana 1993'an de wan pêdiviyên xwe bi berfirehî nîqaş kirin û bi giranî li ser erk û wezîfeyên xwe sekinînin.
Gulçiya Gabar destnîşan kir, ku tovên destpêkê yên xweseriyê di şexsiyeta wan de şîn bû û hem dîtin ku bê mêr dikarin jiyaneke bedewtir ava bikin, bijîn, şer bikin û bi ser bikevin, hem jî wan ev rastî nîşan dan.
Delal Amed da xuyakirin, ku artêşbûna jinê, rêxistinbûnek li dijî newekheviyê bû û got, "Di tevahiya dîrokê de artêş hemû ji aliyê mêran ve hatine birêxistinkirin û meşandin. Dibe ku di dîrokê de yekemcar jinên Kurd bi hêza xwe artêşeke jinê afirandin. Ev artêş artêşa yekemîn bû, ku li ser bingeha pîvanên azadî û wekheviyê ava bû. Xurtkirina vê artêşê, siberoja azad û jiyana nû ya jinên Kurd a roja heyî garantî kiriye.
Di dawiya axaftina xwe de Amed û Gabar, 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybetî li jinên şoreşger pîroz kirin.