Di cenazeya Aykan de ya ku hatibû qetilkirin şîddeta mêran!

Di dema veşartina cenazeyê Asiye Aykan de ya ku ji aliyê mêrê xwe ve hatibû qetilkirin, mêran şîddet li jinan kir.

Li Uskudarê di 27’ê Mijdarê de Asiye Aykan a HDP’yî ji aliyê mêrê xwe Yilmaz Aykan ve hatibû qetilkirin. Aykan îro hate veşartin. Di dema veşartine cenaze de mêran şîddet li jinan kir. Jin bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP’ê hatin camiyê û mêran jin ji ser cenaze dûr xistin. Piştre jî mêran destûr nedan ku jin tabûtê hilgirin. Li vê derê kesekî ku xizmê Asiye Aykanê bû bi ser jinan meşiya û çêrên zayendî kir.

Jinan li dijî hemû provakasyonan bi paş ve gav neavêtin û xwedî li cenaze derketin. Piştî veşartina cenaze Hevseroka Navçeya Uskudarê ya HDP’ê Gulistan Kan diyar kir ku jin ji çek û pêkutiyan natirsin. Kan diyar kir ku çapemeniya mêrserwer rastiyan berevajî dike û medya hewl dide kujer biparêze.

Kan diyar kir ku ew ê heta dawiyê vê dozê bişopînin û ew ê bêdeng nemînin.