Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de Leyla Guven hate silavkirin
Jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê hatin ba hev û li hemberî şîdeta mêran û dewletê peyam dan. Jinan di çalakiyê de Leyla Guven silav kirin a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.
Jinan bi wesîleya 25’ê Mijdarê hatin ba hev û li hemberî şîdeta mêran û dewletê peyam dan. Jinan di çalakiyê de Leyla Guven silav kirin a ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.
Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê li gelek bajaran çalakî li dar xistin.
MÊRDÎN
Çalakiyên Platforma Jinan a Şahmaranê yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ji aliyê qaymakamtiya Artûklûyê hatibû qedexekirin. Li hemberî vî tiştî jin daketin kolanan û çalakiyên xwe li dar xistin.
Jin li Parka Karayollari hatin ba hev. Di çalakiyê de endama platformê Gulîzar Îpek diyar kir ku şîddeta li jinê, binpêkirina mafan e.
Parlementera HDP’ê Pero Dundar jî diyar kir ku şîddeta li jinê li her qadê didome û têkoşîna li dijî şîddetê ya herî girîng a niha Leyla Guven dide ya ku li hemberî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê.
SÊRT
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li avahiya HDP'ê ya Sêrtê panel pêk anî. D panela bi dirûşmeya "Em ê têkoşîna azadiya jinê bi înat berdewam bikin" de Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Belkis Beştaş Epozdemir ku ji peywirê hat avêtin, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Ayşe Ekîncî, Endama Meclîsa HDP'ê Hurriyet Kaytar û gelek jinên din amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîne Ebrû Gunay jî beşdar bû. Gunay, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven u wiha got: "Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hevala me Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi greva bêdem kiriye. Em çalakiya wê slav dikin û piştgiriyên xwe tînin ziman. Em çalakiya Leyla Guven silav dikin. Ji ber ku yek ji sedemên tundiya li jinê tecrîd e. Piştî tecrîdê tundî jî zêde bû. Îro jinên Kurd ji bo azadî û têkoşîna hebûna xwe deyndarên Birêz Ocalan in. Ji ber ve yekê divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. HDP li Tirkiye partiya jinê ye. Di nava partiyên Tirkiyeyê de yekemîn partiya ku nûneriya jinê dike HDP ye.”
ŞIRNEX
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Cizîrê bi jinan re hatin cem hev. Civîna jinan a li HDPê bi rêzgirtinê dest pê kir. Jinan çalakiya Leyla Guven silav kirin a ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17 roj in daye destpêkirin. Endama Meclîsa DBP'ê ya Şaredaiya Şirnexê Şîrîn Kilinç, diyar kir ku jin li her qadê rastî tundiyê tên û jin ji bo azadiya xwe têdikoşin. Hevseroka DBP'e ya Cizîrê Hezne Aslan jî xwest jin li diji hişmeniya ku jinê di malê de hepis bikin, têkoşînê bilintir bikin. Aslan, destnîşan kir ku ger li vîna xwe xwedî derkevin wê hişmendiya dewletê pûç bikin.
Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Bêrîvan Kûtlû jî xwest bi taybetî jinên Kurd li dijî tundiyê bêtir dengê xwe bilind bikin.
RIHA
Li Rihayê ji Komeleya Mala Jiyanê bi heman armancê li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Baskê Jinan a CHP'ê ya Rihayê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Cîgira Seroka Komeleya Mala Jiyanê Sema Koroglû ani ziman ku li Tirkiyeyê her roj 2 jin tên kuştin û li gorî rapora Zinarê Cînayetên Kurevî ya Foruma Aborî ya Cîhanê Tirkiye di nava 140 welatan de di rêza 131’an de ye.
WAN
Platforma Jinan a Ahtaramayê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çalakiyên xwe didomîne. Jinan li navenda bajêr belavok belav kirin û ji bo meşa sibê gel vexwendin. Di çarçoveya çalakiyan de li Eywana Platforma Şaxa KESK’ê ya Wanê pêşangeha wêneyan hate vekirin. Piştî pêşangehê panelek hate lidarxistin. Di panelê de qala binyada şîddeta li jinê hate kirin û çalakiya Leyla Guven hate silavkirin.
BEDLÎS
Li Bedlîsê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi tevlêbûna parlementera Amedê ya HDP’ê Salîha Aydenîz li Tetwanê jin çûn serdana jinên ku warê tekstîlê de dixebitin.
STENBOL
Jinên Ciwan ên Azad (OGK) li Kadikoyê belavok belav kirin û ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê bang kirin. Jinan diyar kirin ku ew ê sibê saet di 17.00’an de li Tunelê meş were lidarxistin û banga tevlêbûnê kirin.