Di çalakiya edaletê de ji bo çalakiya 7'ê Çileyê bang hat kirin

Li Parîsê çalakiya edaletê ya ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd hatibûn destpêkirin dewam dikin.

Li paytexta Fransayê Parîsê, ji bo yek ji damezêrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin, li ser banga Tevgera Jina Kurd a Ewropayê weke her Çarşemê îro jî çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Di saet 14:00'an de endamên Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê li hev civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we tê wateya hevkariyê" û dirûşmên "Em hemû Sakîne, Fîdan û Leylan e", "Kujer Tirkiye" qir kirin, dest bi meşê kirin.

Dema ku girsaya gel hatin pêşiya Buroya Enformasiyona Kurdistanê a li Gar de Nordê deqeyek rêz girtin. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin wiha hate gotin: "Di mijara derbarê Fransa a ronîkirina vê qetlîamê de heta dawiyê em ê bi israr bin. Em rê nadin ku doz bê paşguh kirin û û yên têkiliya wan bi dozê re heye neyên darezandin."

Her wiha di çalakiyê de bang hate kirin ku bi awayekî pir xurt beşdarî meş û mîtînga ku 7'ê Çileyê ku li Gar de Nordê bê lidarxistin bibin.