Di 8'ê Adarê de jin wê li gelemperiya cîhanê di grevê de bin

Ji bo wekhevî û edaletê, jin wê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, bi dirûşma "Rojek bê jin" çalakiyan lidar bixin û bikevin grevê.

Li Tirkiyeyê, jinên endamên KESK'ê wê li kargehan daxuyaniyê bidin çapemeniyê û parlamenterên HDP'yî jî wê bikevin grevê û neçin Meclîsê.

Greva 'Rojek bê jin" weke dewama "Meşa Jinê" tê dîtin, ku di dema dewirgtina wezîfeyê ya Donald Trûmp de ji aliyê jinan ve pêk hatibû. Di banga Greva Jinê ya Navneteweyî de hat ragihandin, jin wê serî li ber polîtîkayên dijminatiya li jinê yên desthilatdaran netewînin û hat gotin, jin wê berdêla krîza aboriyê nedin.

Di banga grevê ya jinan de wiha hat gotin, "Em jinên li çar aliyên cîhanê, ji şîdeta madî û manewî ya li dijî me tê kirin bêzar bûne. Em ê nema xwe li vê rabigirin. Em ji hikûmetan dixwazin, ku dest ji gotinên dijminatiyê li jinan dikin berdin, mafê kurtajê jî di nav de hemû mafên me yên tenduristiyê serbest bikin, di mijarên şîdeta li nava malbatê û şîdeta giştî ya li jinê ku di dema dawî de zêde bûye, kiryaran bi sûcekî giran ceza bikin, di vî warî de gavên şênber bavêjin. Em daxwaza laîkbûna dewletan dikin. Taybetmendiyên me yên biyolojîk li aliyekî, beriya her tiştî em hemû mirov in û divê em ji bîr nekin ku em di sala 2017'an de ne.

Em jin, weke welatiyên zane, pê dizanin ku cîhan di serdemeke krîzê de ye û em red dikin ku bibin mexdûrê vê krîzê. Weke rêveberên welatên me, îspat bikin ku hûn têgihîştî ne, ji dil in û bêyî zerarê bidin me dixwazin pirsgirêkên li cîhanê bi rengekî aştiyane çareser bikin. Eger hûn li dijî şîdeta li hemberî me tedbîrên lezgîn negirin, weke jinan em ê li gelemperiya cîhanê piştevahiyê xurt bikin û bikevin grevê. Zêdeyî nîvê nifûsa cîhanê em in û em dizanin ku hêz di destê me de ye. Ji bîr nekin; dewamiya jiyana li cîhanê bi biryara jinê ve girêdayî ye."

Tê payîn, jin di 8'ê Adarê de, li mal û kargehan kar nekin, hilberînê nekin, neçin sûkê, nekevin têkiliya zayendî, li kolanan negerin, daxuyaniyan bidin û gelek çalakî û grevên mîna van lidar bixin.

Jin wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Elmanya, Arjantîn, Awûstralya, Îrlanda, Skoçya, Swêd, Îtalya, Koreya Başûr, Macarîstan, Meksîka, Nîkaragûa, Perû, Polonya û Rûsyayê bikevin grevê. Li Tirkiyeyê jî jin wê bi çalakî û xwepêşandanan vê grevê silav bikin.

'EM Ê LI KARGEHAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Sekretera Jinê ya Egîtîm-Senê Ebrû Yîgît da xuyakirin, ku ji bo silavkirina berxwedana jinan ew ê di 8'ê Adarê de li hemû kargehên lê birêxistin in, çalakiyan lidar bixin. Yîgît diyar kir, ji bo veguherîna civakî û ji nû ve avakirina jiyanê, raperîna jinan gelekî girîng e û got, "Greva jinê ji bo têkoşîna jinê ya hevpar gelekî girîng e. Em jî weke jinên endamên KESK'ê, em ê li kargehan dengê xwe bigihînin hevrêyên xwe yên jin."

Yîgît destnîşan kir, ku jin li her qada jiyanê hildiberînin û got, "Li kar, dibistanê, malê, febrîqeyê, kolanan, li her qadê keda me jinan heye. Lê belê sîstema bi serdestiya mêr, vê kedê nabîne. Ev grev wê bike ku keda jinê were dîtin. Ji bo em îspat bikin ku li her qada jiyanê hene, em dikevin vê grevê. Ne tenê li kargehan, em ê li her qada jiyanê keda xwe bisekinînin. Bi vî rengî wê sîstema bi serdestiya mêr û mêr bi xwe bibînin, ku keda jinê ji bo dewamkirina jiyanê nebe nabe."

Yîgît anî ziman, di 8'ê Adarê de ew ê jî tevlî çalakiyê bibe û got, "Tevî hevrêyên xwe yên jin, ez ê jî ji bo ked, nasname û bedena xwe, tevlî çalakiyê bibim."

WEKÎLÊN HDP'Ê WÊ NEÇIN PARLAMENTÊ

Parlamenterên Jin ên HDP'yî jî, wê roja 8'ê Adarê neçin parlamentê û bi vî rengî bersivê bidin banga 'Rojek bê jin'. Cîgira Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû got, "Di 8'ê Adarê de hemû parlamenterên me yên jin wê li bajarên cuda bin. Wê karên xwe yên li meclîsê bisekinînin."