Di 24 salan de di destgîriyê de ji bo 118 tecawiz û 675 tacîzên zayendî serîlêdan çêbûne

Li gorî rapora Buroya Alîkariya Hiquqî ya li Hemberî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya dema Destgîriyê, piraniya 793 serîlêdanên di nava 24 salan de ku bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin jinên Kurd bûne, hejamar herî zêde ya tawanbaran jî polîs in.

Buroya Alîkariya Hiquqî ya li Hemberî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya dema Destgîriyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê bi raporekê daneyên statîstîkî yên xebatên xwe yên 24 salan parvekir.

Di rapora ku bi sernavê “25’ê Mijdara 2021’an Her Tişt Weke Berê YE” hatî parvekirin de hatiye bibîrxistin ku Buroya Hiquqê ji sala 1997’an û heya niha bê beramber alîkariya hiquqî daye jinan.

Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku ji roja ku dest bikar kirine heya roja îro bi têkoşîna jinan; bi taybetî di hiquqa nivîskî de guhertinên girîng çêbûne û hat gotin ku di wan hemû guhertinan de têkoşîna rizgariya jinê xwedî roleke mezin bûye.

BIBÎRXISTINA PEYMANA STENBOLÊ

Di raporê de ku hat diyarkirin ku li Tirkiyê sala 2005’an di qada şîdeta li ser jinê de guhertinên girîng çêbûne û hat gotin, “Sala 2011’an dîsa di asta navnetewî de di qada şîdeta li ser jinê, Peymana Stenbolê ku peymana herî girîng e hat îmzekirin.”

Di dewamê de cih hate dayin ji têkoşîna hiquqî ya Nahîde Opûz û bangewaziya Konseya Ewropayê û hat gotin ku Peymana Stenbolê ji bo jinên rastê şîdetê hatinî û hiquqnasên ku ji bo jinên rastî şîdetê hatinî parêzertiyê dikin piştgriyeke mezin û çavkaniya hêzê ye.

AQLÊ DEWLETÊ QET NEGUHERÎ

Di beşek din a raporê de ji xebatên 24 salan a Buroya Hiquqê re cih hate dayin û hate gotin, “Êşkenceya zayendî ya li ser jinên trans û jinan ya ji aliyê hêzên fermî ve di dema destgîriyê de, di serdegirtinên malan de, di çalakiyên li kolanan de  û bi sedemên cuda hatî kirin, tim bi bêcezatiyekê ve tê bi dawî kirin.”

ÊŞKENCEYA ZAYENDÎ ŞEKLÊ ÊŞKENCEYA HERÎ DIJWAR E

Di raporê de hat gotin ku êşkenceyên zayendî şeklê şêkenceya ku di pratîkê de herî zehmet tê eşkerekirin e û hat diyarkirin ku di heman demê de şeklê êşkenceyekî ye ku hem şopandin û hem jî îsbatkirina wê jî zehmet e. Ji ber ku rayedarên dadgehan ji bo belgekirina êşkenceya zayendî tenê raporên Tiba Edlî weke delîl qebûl dikin.

“EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN”

Dîsa di raporê de hatiye ziman ku şîdeta li ser jinê polîtîk e û îşaret bi rêbazên êşkence û şîdetên li ser jinan tên kirin hat kirin û hat gotin, “Em jin, bêyî ku dest ji têkoşînê berdin, bêyî ku bîat bikin em rêya xwe didomînin.”

DI 24 SALAN DE 793 SERLÊDAN

Her dawî di raporê de cih hate dayin ji statîstîka 24 salan ya hatî girtin û li gorî vê statîstîkê di nava 24 salan de bi giştî 793 serîlêdan çêbûye. Di nava vê hejmarê de serîlêdanên ji ber tecawizê 118, tacîza zayendî 675 car bûye. Di statîstîka raporê de cih ji faîlên sûckirinî re jî hat dayin.

DI NAVA FAÎLAN DE HEJMARA HERÎ ZÊDE POLÎS BÛN

Di vê çarçoveyê de di nava faîlan de hejmara herî zêde 482 yê polîsan bû, hejmara cenderme/leşker 143, tîmên taybet 38, memûrên înfazê 114, îtîrafkar 4, rojnamevan 1, girtiyê edlî 24, serok şaredar 1, nobedar/wezîfedarê edliyeyê 2, wezîfedarên giştî yên din 76, endamê DAÎŞ’ê 148, Artêşa Azad a Sûriyê 1, ewlekariya taybet 1, endamê MÎT’ê 1.

HERÎ ZÊDE JINÊN KURD RASTÊ BINPÊKIRINAN BÛNE

Di nava jinên ku bi wan binpêkirina re rû bi rû mane hejmara jinên Kurd 571, jinên Tirk 181, Suryanî 2, Elman 1, Romanî 4, Bûlgar 1, Romen 1, Avûstûrya 1, Ereb 7, Tirkmen 2, Ozbek 1, Efgan 12, Moldova 1, Ermenî 1, Îran 2, Gurcî 1, Arnavût 1.

Di serîlêdanên di van 24 salan de di nava sedemên destgîrkirina jinan de sedemên ji ber şer 168, sedemên siyasî 486 û sedemên edlî 139.

DI YEK SALÊ DAWÎ DE 36 SERLÊDAN

Di raporê de hatiye gotin ku di salekê de 36 serlêdan pêkhatiye. Di wan serîlêdanan de hejmar wiha hat dabeşkirin, tecawiz 6, tacîza zayendî 30 (7 jin bi lêgerîna tazî re rû bi rû mane).