DGKH du wesayît şewitandin

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, 2 wesayîtên kesên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şewitandin.

Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGHK), got: “29’ê Cotmehê saet derdorî 05:00’an ji aliyê yekîneya me ya bi navê Tolhildana Şehîd Delal Amed ve 2 wesayîtên kesên bi navên Servet Kose û Yalçin Yildiz ên girêdayî dijminin li Ûşakê hatin şewitandin. Di encama şewatê de her du wesayît bi temamî bêkêr bûn.”

DGKH’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Di encama çalakiyê de doxtorerk hatiye destgîrkirin û hatiye gotin ku wî çalakî kiriye. Ti têkiliya vî kesî bi me ve tine ye. Hevrêyên me yên ku çalakî kirine li ser erka xwe ne.

Ev çalakî ji bo silavkirina kongreya jinên ciwan hatiye kirin. Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger wê her cûre çalakiyên me yên li dijî hevkar û faşîzmê dom bikin. Wê hesabê kiryarên tên kirin yek bi yek bê xwestin. Eger ku her kesên hevkariya xwe didomînin wê hesabê wê mestir bidin.”