BI DÎMEN

‘Dewleta Tirk divê agirbestê ragihîne’

Ji Kongra Star Îbtîsam Hisên got, divê dewleta Tirk li hemberî PKK’ê agirbestê îlan bike.

Endama Rêveberiya Kantona Qamişlo ya Kongra Star Îbtîsam Hisên diyar kir ku divê piştî banga Rêber Apo, têkoşîn hîn zêdetir were xurtkirin.

Îbtîsam Hisên ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de 26 sal in têkoşîneke mezin dimeşîne û got, “Gel li dora paradîgmaya Rêber Apo kom bûn û xwedî li modela afirandî derketin. Xwestin qasî 26 salan bi zindana Îmraliyê re sînordar bikin, lê nekarîn. Dîwarên zindanê bi paradîgmaya xwe hilweşandiye.”

‘JIN BI RÊBER APO RE NE’

Îbtîsam Hisên bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û wiha pêde çû: “Pêvajo, dîrok û serdemeke nû ye. Ji bo gelê Kurd rojekî girîng bû. Rêber Apo dixwaze gel bi hev re demokratîk bijîn. Rêber Apo nasnameya jinê car din afirand, bi jinê re bû hevrê û jiyaneke li ser esasê azadiya jinê afirand. Lewma jin di her pêngavê de bi Rêber Apo re ne.”

‘DEWLET DIVÊ GAV BAVÊJE’

Îbtîsam Hisên destnîşan kir ku piştî banga Rêber Apo, divê dewleta Tirk gav bavêje û ev tişt bilêv kir: “Ji bo bang bikeve meriyetê, divê dewleta Tirk jî şert û mercan guncaw bike. Rêber Apo banga xwe kir û helwesta xwe nîşan da. Ji bo bang bikeve meriyetê, divê Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve, zagona bingehîn divê were guhertin, divê mafên Kurdan were îadekirin û zindan bên valekirin. Dewleta Tirk bi êrîşkirin, qetilkirin û qirkirinê nikare vê pêvajoyê pêş bixe. Eger di demokrasî, wekhevî, aştî û diyalogê de samîmî be, divê li gorî pêvajoya bi înîsiyatîfa Rêber Apo hatî destpêkirin gav bavêje. Rêber Apo banga çekberdanê kir. Li beramberî vê yekê, divê dewleta Tirk jî agirbestê ragihîne.”

BERPIRSYARIYA MEZIN

Îbtîsam Hisên ragihand ku bi banga Rêber Apo re wezîfe û berpirsyariyên mezin dikeve ser milê gelê Kurd û gelan û got, “Divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hîn zêdetir were mezinkirin. Piştî bangê divê têkoşîn bê navber bidome, berxwedan hîn xurttir bibe.”