'Desthilatdarî ji bo rastiyê  binixumîne rojnamevanan digire'

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bal kişand ser hewldanên desthilatdariyê yên ji bo nixumandinar astiyan û diyar kir, li welêt zêdeyî 100 rojnamevan girtî ne.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û salvegera Platforma me ya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ye ku ji bo piştevaniya jinan a di nava çapemeniyê de biafirîne ava bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li cografyayeke ku zext, destgîrkirin, bêhiqûqî û girtin lê didome, rojên bi vî rengî dibe sedem ku em berpirsyariyên xwe bi bîr bînin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li welêt zêdeyî 100 rojnamevan girtî ne û di rewşeke wiha de bandora herî giran a neyînî li jinan tê kirin.

Platformê diyar kir, "Bi wesîleya rojê em rojnamevanên li her devera cîhanê li ber tinebûna azadiyê radibin silav dikin. Bila bê zanîn, bi taybetî jin, bi navê platformê em li vir in û em ê timî li vir bin."