‘Desthilatdar girtîgehê li dijî rojnamevanan weke çek bi kar tîne’

Woman Press Freedom ragihand ku 92 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne û got: “Desthilatdar girtîgehê li dijî rojnamevanan weke çek bi kar tîne.”

DAXUYANIYA WOMEN PRESS FREEDOM

Woman Prees Freedom a girêdayî Koalîsyona di Rojnamevaniyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) bi wesîleya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê têkildarî rojnamevanên jin rapora xwe aşkere kir. Di raporê de hate destnişankirin ku desthilat girtîgehan li dijî rojnamevanan wekî çekekî bi kar tîne.  

Di raporê de hat diyarkirin ku girtîgeh wekî cureyekî sansûrê tên bikaranîn û ev tişt hat gotin: “Di hêla cîhanî de desthilatan ji bo rojnamevanan bêdeng bikin amûra herî fêlbaz dîtin. Em di roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de dibînin ku îsal di girtina rojnamevanan de zêdebûnek heye û ev metirsîdar e. Rojnamevanan di girtîgehan de ragirtin, bêdengkirin, rêgezên bingehîn ên çapemeniyê ji holê radike.”

Rapor bal kişand ser metirsiyên li dijî rojnamevanên tevahiya cîhanê û wiha pêde çû: “Em li bendê ne ku demildest temînata çêkirina nûçeyan a azad û bêtirs ji rojnamevanan re were pêkanîn. Her ku binçavkirina rojnamevanan bidome dê gefa ser xwe îfadekirinê û demokrasiyê jî wek kûrewî berdewam bike. Divê em girtina rojnamevanên ku heqîqet û hesabpirsînê tînin bîra me piştguh nekin. Daneyên me nîşan didin ku girtin ne tenê li cem desthilatên derveyî demokrasiyê tevdigerin, di tevahiya cîhanê de bûye kampanyayekî giştî.”  

Di berdewama raporê de hat gotin ku di sala 2024’an de 92 rojnamevanên jin di girtîgehan de tên ragirtin û ev agahî hatin parvekirin: “Di sala 2024’an de, rewşa navnetewî ya perçebûyî ji bo rojnamevanan her ku diçe bêhtir dibe metirsîdar. Hêj îsal Tahira Nosheen Rana li Pakîstanê bi awayekî hovane hate kuştin. Îsraîl di bombebarana Xezayê de Hiba al-Abadla û keça wê Judy, Alaa Hassan Al-Hams û Angham Ahmed Adwanê kuşt. Ji meha nîsanê ber bi îro ve ji bo rojnamevanên jin li gelek herêman bûyerên binçavkirin û girtinê her ku diçe zêdetir dibin. 92 rojnamevanên jin niha girtî ne. Hinek bi dehan salên girtinê yên din bi gefên cezayên kuştinê re rû bi rû ne. Ji serê îsal ve 57 rojnamevan hatin binçavkirin, girtin û hefskirin.”

Di berdewama raporê de ev tişt hatin gotin: “Agahî ne tenê binpêkirina mafên van jinan in, di heman demê de dema ku dikevin girtîgehê jî rastî tacîz, muameleyên cihêkariyê, zayendperestiyê tên. Ev ne tenê bi bêdêngkirina jinan re bisînor dimîne, heman demê de peyamê dide jinan, wan ji rojnamevaniyê dûr dixe. Daneyên di destê me de derbarê rewşa hedefgirtina jinên rojnamevan û astengiyên ku derdikevin pêşberî wan jî nîşanî me didin.”