'Destana Garê nîşaneya misogeriya serketinê ye'

Gerîla YJA Starê Bêrîtan Botan û gerîlayê HPG'ê Mahîr Cûdî destnîşan kirin ku bi destana Garê ew bi gaveke din nêzî serketinê bûne.

Artêşa Tirk 10'ê Sibatê bi navê "Pençe-Kartal-2" li Garê dest bi operasyonekê kiribû. Bi zêdeyî 40 balafirên şer, bi dehan helîkopteran, SÎHA, ÎHA û bi hejmareke zêde leşker û hêzên taybet êriş birin ser Garê. Di encama berxwedana gerîlayên HPG'ê ya bi pêşengiya Şoreş Beytûşebab de êrişa dagirkeriyê 14'ê Sibatê têk çû. Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Botan û gerîlayê HPG'ê Mahîr Cûdî qala berxwedana li Garê kirin.

'SERKETIN BI VÎN Û DILSOZIYÊ PÊKANE'

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Botan destnîşan kir ku bi berxwedana li qadên gerîla ew ber bi serketinê ve diçin û got, "Tevî ku dijmin hemû derfetên xwe yên teknîkê bi kar anî, nekarî berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Garê têk bibe. Yê ku di dawiyê de têk çû dewleta Tirk a faşîst bû, ku di encamê de neçar ma vekişe."

Gerîla Bêrîtan Botan wiha dewam kir, "Em, gerîlayên HPG û YJA Starê pê zanin ku ev êriş dewama komploya navneteweyî bû. Bi rengekî plankirî meha Sibatê êriş birin ser qadê. Ji bo me jî têkbirina djimin li Garê, tê wateya pûçkirina komploya navdewletî. Têkbirina faşîzmê ji bo me serketinek e."

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Botan di dawiya axaftina xwe de got, "Vîna me xurt e û armanca me mezin e. Lewma em ê heta serketinê li ber xwe bidin. Armanca me ew e ku li Kurdistaneke azad bi Rêber Apo û gelê xwe re bi rengekî azad bijîn. Em ê bi vî ruhî li her çeperan şer bikin û bi ser bikevin."

'KETINA GARÊ NE WEKE DERKETINA JÊ BÛ'

Gerîlayê HPG'ê Mahîr Cûdî jî got, "Em, gerîlayên HPG'ê sozdarên gelê xwe ne, ku tevahiya Kurdistanê ji dagirkeriyê biparêzin."

Gerîla Mahîr Cûdî wiha dewam kir, "Ji bo artêşa Tirk ketina Garê ne weke derketina jê bû. Diviya bû Erdogan hesabê vê bikira. Plansaziya wan bi berxwedana gerîla têk çû. Bi pêşengiya hevrê Şoreş berxwedaneke bêeman li dijî operasyona taybet a artêşa duyemîn a NATO'yê hate meşandin. Di şexsê vê lehengiyê de careke din hate ispatkirin ku vîn û dilsozî teknîkê têk dibe."