Denîz Firat hate bibîranîn:Em ê têkoşîna wê bidomînin
Denîz Firat a ku di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hate bibîranîn.
Denîz Firat a ku di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hate bibîranîn.
Rojnamevan Denîz Firat a ku 8’ê Tebaxa 2014’an de dema ku êrîşa DAIŞ’ê ya bi ser Mexmûrê dişopand hatibû qetilkirin li ser gora xwe ya Hecî Xatûn a Ebexê ya Wanê hate bibîranîn. Hempîşeyên wê û endamên Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê beşdarî bibîranînê bûn.
Berdevka platformê Ayşe Guney axivî û got ku, “Denîz heta dawiyê kameraya we vekirî hişt û qetlîama li ser gelê xwe ji hemû cîhanê re ragihand. Em jî wê bi bîr tînin û diyar dikin ku kamera wê hê jî vekiriye. Em ê alaya wê heta nefesa xwe ya dawîn hildin jor.”
MALBATA WÊ: EM Ê TÊKOŞÎNA WÊ BIDOMÎNIN
Birayê wê Seyyat Yildizhan jî got ku “Em ê têkoşîna wê bidomînin. Em ê kameraya Denîzê li erdê nehêlin. Ez hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim.”
Xwişka wê Binefş Sarya ya ku li Rojava rojnameger e jî bi rêya Skypê beşdar bû û got “Min dixwest ez jî li wir bim. Denîz her dem bi min re dijî. Piştî Denîzê bi hezaran jin beşdarî têkoşînê bûn. Niha jî hemû jinên Kurd li ser şopa Denîzê dimeşin.”
Jinan gul û kevirên gola Wanê yên ku Denîz Firatê jê hez dikir, danîn ser gora wê.