Dengekî çiyayî: Jiyan Koçer
Jiyan Koçer a bi biryar û dilsoziya xwe bandoreke mezin li ser rêhevalên xwe çêkiriye, diyar dike ku ew di sala 2014’an de tevlî nav refên azadiyê bûye.
Jiyan Koçer a bi biryar û dilsoziya xwe bandoreke mezin li ser rêhevalên xwe çêkiriye, diyar dike ku ew di sala 2014’an de tevlî nav refên azadiyê bûye.
Dema ber bi Şikefta Birîndara ya yek ji çiyayê herî mezin a Zapê ve diçûm, dengekî berê min da şiverêyeke cihê. Piçekî li pêş min dît ku du gerîlayên jin di germa nîvro de li ser kaniyekê ava cemidî vedixwin. Bi heyecaneke mezin min silav da gerîla Jiyan û Avesta. Piştî sohbeteke kurt ez hîn bûm ku kuryeyên me yên duyemîn ew in.
Dema min pirsî ‘Strana bîska din kê digot’, gerîlaya bi navê Jiyan ket nav heyecanê. Ev mirovên çiyayî yên hînî kamerayê nebûne, di destpêkê de piçekî fedî dikin. Jiyan piştre qebûl dike ku ew ê strana ‘Yan min yan Diyarbekir’ê bistirê.
Jiyan Koçer a ku bi helwesteke dilsoz û awirên fediyok bersiv dida pirsên min, bi vî awayî qala çiyayên azadiyê dike, “Li Botanê di nav malbateke koçer de mezin bûm. Min carinan gerîla didît. Helwest û sohbeta wan gelekî bala min dikêşa. Ji me re qala çîrokên çiyayên Botanê dikirin. Min gelekî ew meraq dikir û dixwest tevlî nav wan bibim. Di sala 2014’an de ez tevlî nav refên azadiyê bûm. Min rêhevaltiya PKK’ê, dîroka Kurdistanê, dîroka dinyayê, dîroka partiyê, rêhevaltiya çiyayan, bi kurtasî xwe li çiyayan nas kir.
Jiyana li çiyayan rojek ne wekî rojeke din e. Min xwendin û nivîsandin nedizanî. Li çiyayan rêhevalên min xwendin û nivîsandin hînî min kirin. Dema min îdeolojiya Rêber Apo xwend, min bêtir ji jiyan û têkoşînê hez kir. Li malê me dibihîst ku dewleta Tirk a dagirker çi tîne serê ciwan û gel. Bi xwendina îdeolojiya Rêber Apo, dema girêdayîna min a li çiyayan xurt dibû, min hemû tirsên xwe şikand. Êdî ji tu kesî û ji tu tiştî natirsim. Min hêza xwe dît û dizanim ez ji bo çi şer dikim.”
Gerîla Jiyan bi helweste xwe ya bi biryar û dilsoz, bandoreke mezin li ser rêhevalên xwe kiriye û bûye yek ji fermandara gerîla ya pêşeng. Jiyan a ku bi pratîkbûna xwe tê naskirin, li ser tarza gerîlatiya serdema nû, bûye gerîlayeke ku xwe pêş xistiye.”