Demografiya Efrînê bi lez û bez tê guhertin

Dewleta Tirk a dagirker çete û malbatên wan li Efrînê bi cih dike. Hezar û 139 malbatên çete yên ji herêmên cuda hatine anîn, li Efrînê hatin bicihkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a  Hawarê (ANHA), ji 5'ê Gulanê û vir ve hezar û 139 malbatên çete yên ji Xûta Rojhiat, Şam û gundên derdorê, Qelemûn, Dîmer Mûedemiya, Babîla, Risten, Telbîse, gundên derdorê û Hûmsê hatine anîn, li herêmên Cindirêsê, Şêrawa û Mabatayê hatin bicihkirin.

Wekî din, li gund û herêmên ku artêşa Tirk a dagirker lê bi cih bûne, ketin û derketin hatiye qedexekirin.

BÎLANÇO WIHA YE

Herêma Cindirêsê:

1-Telef: Herêma leşkerî ye, qedexe ye, ti kes derbasî wê bibe.

2-Kefer Zeyt: Hejmara malan 150 e, 4 malbatên ji Xûtayê hatin bichikirin.

3-Kanî Gewrik: Herêma leşkerî ya Tirkiyeyê.

4-Gundê Qicûma: Hejmara malan 35 e, 5 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.

5-Gundê Aşkana Rojhilat: 80 mal in, 3 malbat ji Xûtaya Rojhilat lê bi cih bûne.

6-Gundê Gewrikê: 160 mal in, 7 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.

7-Gundê Feqîra: Hejmara malan 80, 15 malbat ji Humis, 5 jî Xûtayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Bircikê: 30 mal, 4 malbat ji Humisê lê hatin bicihkirin.

9-Gundê Meska Jorîn: 57 mal in, malbatek ji Xûtayê lê bi cih bûye.

10-Gundê Dêr Belût: 100 mal, 10 malbat ji Hûmsê lê bi cih bûne.

11-Gundê Dîwan: 25 mal e, 18 malbat ji Humis û Xûtayê bi cih bûne.

12-Gundê Celeme: 930 mal e, ji Xûta 100 malbat û ji Humsê 25 malbat lê bi cih bûne.

13- Gundê Çeqala: 40 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.

Navçeya Şêrawa:

1-Gundê Şadîra: Hejmara malan 160 in, 6 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

2-Gundê Xerzawiya: 400 mal in, 200 malbat ji Xûta, 15 ji Dûma û 3 ji Qibtan Cebel a li gundewarê Helebê lê bi cih bûne.

3-Gundê Birc Ebdula: 350 mal in, 50 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

4-Gundê Basûta: 460 mal in, 110 malbat ji Xûtayê lê hatinê bicihkirin.

5-Gundê Basûfan: 250 mal in, 50 malbat ji Xûtayê hatin bi cihkirin.

6-Fundê Birc Heyder: 150 mal in, 30 malbat ji Xûta û Nebik lê bi cih bûne.

7-Gundê Berad: Hejmara malan 450 ye, 20 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Birc Silêman: 30 mal in, 8 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

Navçeya Mabata

1-Gundê Mîrkan: 50 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.

2-Gundê Sariya: 4 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

3-Gundê Habo: 9 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

4-Gundê Şeytana: 6 malbat ji Dûmayê lê bi cih bûne.

5- Gundê Gewrika Jêrîn: 3 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

6- Gundê Gewrika Jorîn: 4 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.

7-Gundê Erba: 18 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.

8-Gundê Bedîna: 23 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûn.

9-Gundê Dimiliya: 9 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.

10-Gundê Gemrûk: 13 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.