Dayikên Şemiyê: Li Basayê dewletê qetil kir

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de Qetlîama Basayê ya dewletê kirî, anîn rojevê.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windahiyan bipirsin û fail bên darizandin, tevî berfa zêde cara 615’an li Qada Galatasarayê kom bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta kesên ku di Qetlîama Basayê de jiyana xwe ji dest dane hate pirsîn, destpêkê Emîne Kaya Erbek a ku li Basayê 12’ê Çileya 1996’an bavê wê Ahmet Kaya dema binçavkirî bû hat windakirin axivî û got, “Ez ne tenê ji bo bav û apê xwe li vir im, ji bo tevahî windahiyan li vir im. Û ez ê her li vir bim.”

Piştî Kaya, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu axivî, got, “Ji her derê bêhna xwînê tê. Yê tenê ji canê xwe natirsin, bombeyên zindî ne. Ji bilî wan her kes ketiye fikara canê xwe.”

Xwişka Hasan Ocak ê ku 21’ê Adara 1995’an piştî hat binçavkirin bi 5 rojan cenazeyê wî hat dîtin, Maside Ocak, daxuyaniya vê hefteyê xwend. Ocak, diyar kir ku 21 sal berê di atmosfera Rewşa Awarte de li Bassayê di 16'ê Çileya 1996’an de komkujî pêk hat û wiha got: "Wê demê Serfermandar, rojnameger ji Enqereyê anîn Basayç û diyar kir ku PKK’ê êrîşî dolmîşa rêwiyan kiriye.

Komkujî bi vî rengî kir nûçe.”

Piştî vê gotinê polîsan got "Tu propaganda rêxistina PKK'ê dikî. Tu bidomînî em ê mudaxale bikin." 

Piştre polîsan destûr neda ku daxuyanî bê xwendin. Polîsan daxuyanî ji destê Ocak kişandin û Ocak kirin bin çavan. Polîsan li GBT’a Ocak nerîn, li ser vê Ocak, nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û got: "Em her hefte li vir daxuyaniyê didin û heman tiştî dibêjin. 

Polîsan piştî kontrola nasnameyê Ocak bin çav kirin û birin Navenda Polîsan a Taksîmê.