BI DÎMEN

Dayikên şehîdên Cizîrê dibêjin 'NA'

Dayikên şehîdên "jêrzemînên wehşetê" yên li Cizîrê gotin ku, komkujiyên li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê têra gotina 'NA' dikin û ji bo komkujî careke din rû nede, bang li her kesî kirin ku dengê 'NA'yê bidin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li du jêrzemînan zêdetirî 250 welatiyên sivîl bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Jêrzemînên Cizîrê di hiş û mejiyê civaka Kurd de bi ti awayî nayê ji bîr kirin. Dayikên şehîdên ku di "jêrzemînên wehşetê" yên li Cizîrê de bi awayekî hovane hatin qetilkirin, der barê referandûma 16'ê Nîsanê, ji ajansa me ANF'ê re axivîn.

'JI BO SOZA ŞEHÎDAN 'NA'

Dayika Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel, Hanim Yavûzel diyar kir ku wê ji bo soza şehîdan bibêje 'NA' û wiha axivî: "Bi sedan zarokên me bi awayekî hovane di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Ligel dilê me şewitiye jî em dibêjin bila aştî pêk bê, bila mirovên me neyên kuştin. Tenê daxwazek me heye ew jî ev e ku, em di nav aştiyê de bijîn. Bila zarokên me bi awayekî azad û di nava aştiyê de bijîn. Zarokên me di jêrzemînên wehşetê de hatin qetilkirin, bila neviyên me bikaribin bi azadî bijîn. Ji bo vê yekê em wekî dayikên dilbiêş dibêjin 'NA, NA , NA'."

'JI BO AZADÎ Û AŞTIYÊ LI BER XWE DAN'

Yavûzel da zanîn ku ji bo rojên azad yên welat em ê weke zarokên xwe li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Ji bo rojên azad û aştiyane, zarokên me bi rojan di jêrzemînan de li ber xwe dan û heta dawiya jiyanê têkoşiyan. Em ji soz didin zarokên xwe, heta rojên azad em ê li ber xwe bidin û bi vê boneyê em ê ji kujerên zarokên xwe û zaliman re bibêjin 'NA'. Dilê me dişewite bila dilê dayikên din neşewite. Ez wekî dayikeke dilşewitî bang li tevahiya gele Rihayê dikim ji bo pêşeroja welat û pêşîgirtina komkujiyan bibêjin 'NA'. Werin em bi hev re li dijî zilmê destê xwe bidin hev û bibêjin 'NA'."  

'JI BO ZAROKÊN ME YÊN HATINE ŞEWITANDIN 'NA'

Dayika Midûrê Karê Nivîsê ya Rojnameya Azadiya Welat Rohat, Melîha Aktaş jî got, wê bi dengê herî xurt di 16'ê Nîsanê de bibêje 'NA' û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber wehşeta li ser sere me û gelê me pêk hatiye, ji ber ku bi saxî zarokên me di jêrzemînan de qetil kirin û şewitandin, em ê bi dengê herî xurt bibêjin 'NA'. Ji ber ku dewleta hov, li Cizîr û Gimgimê bedenên keçên me teşhîr kirin em ê bibêjin 'NA'. Em ê ji qirkirin û tecawîzê re bibêjin 'NA'. Em ê ji dîkdatoriyê re bibêjin 'NA'. Ez ê ji kujerê Rohatê xwe û Mehmedê xwe re bibêjim 'NA, NA, NA'."

'JI BO KOMKUJÎ DUBARE NEBE 'NA'

Aktaş da xuyakirin ku heger di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'ERÊ' derkeve wê bêhtir zarokên wan di wehşetên jêrzemînan de bên şewitandin û wiha got: "15 sal in, li  ser desthilardariyê ne, 15 sal in ku zarokên gelê Kurd têne qetilkirin. Bi pergala seroktiyê re tiştek nayê guhertin, berovajiyê vê yekê wê kuştin zêde bibin. Ji bo pêkutiyên li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sûrê gotina 'NA' têr dike. Ez bang li hemû dayikan dikim ku ji bo komkujî dubare nebin, bibêjin 'NA'."