Dayikên şehîdan ên Efrînê tecîrda li ser Ocalan şermezar kirin

Dayikên Şehîdan yên ku zarokan xwe di doza azadiyê de şehîd bûn û ji cih û warê xwe Efrînê koçber bûne û li herêma Şehbayê bi cih bûne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin.

Dayikên şehîdan ên Efrînê ku li Şehbayê dijîn li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnan xwe nîşandan.

Dayika şehîd Ebdulqadir Nebîhe Hesen axivî û got: “Destpêkê ez weke dayikeke şehîd tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikim. Tevî hemû serlêdanên parêzer û malbatan rê nayê dayîn ku Serok Apo bê dîtin. Mafê me ye ku em dayikên şehîdan agahiyekê ji Rêber Apo û têkildarî rewşa wî ya tenduristî bibin xwedî agahî. Lê mixabin ji ber tecrîda giran ti agahiyek nayê girtin.

Dayika Hesen anî ziman ku bila dewleta Tirk bizanibe ku tu carî gel ji Oalan qut nabe û got: “Ji ber em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ne, em tu carî dest ji Rêber Apo û Şehîdên xwe bernadin. Ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo biratiya gelan e. Rêber Apo 21 sal in di zîndana Îmralî de li ber xwe dide.

Dayika Şehîd Kemîran jî ev got: “Di serî de vê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim. Çima bi tabybet ev tecrîd li ser Rêber Apo giran dikin, nahêlin parêzer rêber Apo bibînin. Em dayikên şehîdan dixwazin rewşa Rêber Apo bizanibin. Em dayikên şehîdan heya ku em tu agahî ji Rêber Apo negirin, em her li ser piyan bin, em tu carî ranawestin.”