Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan

Dayikên Aştiyê yên li Wanê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da, ku êrîşî Şengalê kir û bang li PDK'ê kir ku dawî li vê xiyanetê bîne.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê civîneke çapemeniyê lidar xist û nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku êrîşî Şengalê kir. Civîn li avahiya DBP'ê ya Bajêr pêk hat û li ser navê dayikan Aliye Balik axivî. Balik ji Barzanî xwest, derhal van êrîşên xwe bisekinîne.

Aliye Balik bibîr xist, ku heman piştî hevdîtinên Barzanî yên li Enqereyê ev êrîş hatiye kirin û got, "Barzanî hat vê derê û hevdîtin kir. Piştî ku vegeriya Iraqê yekser êrîşî Şengalê kir. Di vir de rola AKP'ê jî heye. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir pêşmerge reviya bûn. Jinên Êzidî li bazaran hatin firotin. Dema ku mirov hatin kuştin, pêşmerge hingî li ku bûn? Divê der bi lezgînî destê xwe ji Kurdan vekişînin."

Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî bang li Mesûd Barzanî kir û got, "Li şûna ku biçe cem Erdogan, tu biçûya Cizîr, Gever û Nisêbînê. Bes e êdî, dest ji vê xiyanetê berde. Tu Kurd e. Dema ku pêwîstî pê hebe em ê li pêşiya te jî bibin mertalên zindî."

Dayikên Aştiyê di dawiya daxuyaniyê de gotin, ew ê di referandûmê de dengê 'NA' bidin.