Dayikên Aştiyê: Havva Kiran serbest berdin
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo binçavkirina Havva Kiran helwest nîşan dan. Xwestin ku Havva Kiran a 71 salî demildest serbest were berdan.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo binçavkirina Havva Kiran helwest nîşan dan. Xwestin ku Havva Kiran a 71 salî demildest serbest were berdan.
Ev 3 roj in agahî ji Havva Kiran, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê nayê ku 8’ê Adarê li ber bînahiyê komeleyê hatibû binçavkirin.
Endamên Meclîsê li dijî binçavkirina Havva Kiran helwest nîşan dan û ji ber rewşa tenduristiyê xwestin ku demildest serbest werin berdan.
Sûltan Koyun li ser navê Dayikên Aştiyê daxuyanî da û got: ‘’8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Dinyayê dayikeke me ya ku aştî û azadî dixwest hate binçavkirin. Rewşa tenduristiyê ya dayika Havva ne baş e û di binçav de hiştina wê êşkence ye. Em dixwazin ku demildest serbest were berdan.’’
‘EM Ê NEBÊJIN ‘ERÊ’’
Koyun diyar kir ku Kurd çi qasî dibêjin aştî êrîşa bi ser Kurdan de tê girankirin û got: ‘’Dibêjin, bibêjin ‘erê’’ Em ê ji çi re bibêjin erê? Ji ber ku dayikeke 71 salî binçavkirin em ê bibêjin erê? Ji ber ku zilmê li gel dikin? Em ê nebêjin, erê. Erdogan ji bo kursiyê xwe mirovan dikuje. Bila çavê xwe ji kuştina zarokên xwe re negirin. Em êdî vê zilmê qebûl nakin. Bila zû dayika me berdin. Di kîjan wijdan de heye ku mirov dayikeke 71 salî binçav bike.’’