Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn

Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn. Hevjînê Aydogan Halîme Aydogan a axivî got: “Yekan e daxwaza min ew e ku goristanek ku zarokên min biçe serdan bike hebe.”

Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, mîna her heftê, çalakiya xwe ya 818’emîn li dar xistin. Ji ber şewba vîrûsê, çalakî li ser hesabê medya dijîtal hat lidarxistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30’ê mijdra 1994’an de li navçeya Midyat a Mêrdînê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.

Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Berî 26 salan min hevjînê xwe winda kir. Serê sibê bi ser mala me de girtin. Evjînê min bi lêdanê binçav kirin. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî em agahî jê nagirin. Ne hestiyên û ne jî goreke wî heye. Ez bûm 60 salî. Lê ez hîna jî li aqûbeta wî diğerim. Gelo wê kengî hestiyên wî bên dîtin? Êdî ez dixwazim hestiyê wî bibînim, bêxim gorekê û biçim ser fatîheyekê bixwînim. Rojên Înê her kes, ji miriyên xwe şîvê derdixin. Lê ez nizanim, ka ezê çi darbixim. Bila dewlet êdî van hestiyan eşkere bike. Bila gorekê me jî hebe. Ez jî dixwazim zarokên min roja Înê biçin ser gora bavê xwe. Ev 26 sal in ez tenê vê yekê daxwaz dikim.”

Piştre keça Nîhat Aydogan Nejbîr Aydogan, mafê axaftinê girt û bibîr xist ku dema ew 2 salîbû bavê wê birin. Nejbîr Aydogan, da zanîn ku ji wê rojê ve tu agahiyê ji bavê xwe nagire û wiha axivî: “Ez niha 28 salîme. Min bavê xwe qet ne diye. Neviyên bavê min çêbûn. Wê tu carî bapîrê xwe nebînin. Ev 26 sal in em têdikoşin. Lê me tu encam bi dest nexist. Em tenê dixwazin gorekê wî hebe. Em li benda edaletê ne.”

Ji Mirovên Şemiyê Bîrgul Şahîn, daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê xwend.

Şahîn, diyar kir ku ev 818 heftene ji bo ku edalet pêk were, bi israr têdikoşin û wiha got: “Em bang li raya giştî û rayedarên dewletê dikin. Divê xizmên windayan li dijî pêkanînên zalîman bên parastin, piştgirî ji bo wan bê dayîn. Divê ev îşkence bi dawî bibe. Divê aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên cezakirin.”

Şahîn, dest nîşan kir ku 3 nivşên malbata Aydogan li windahiyê xwe digerin û wiha rêz kir: “Nîhat Aydogan ê 39 salî li gundê Dogançay a Midyatê dijiya. Ji ber ku ne dixwest bibe cerdevan zext lê dihat kirin. Di 30’ê Mijdara 1994’an de, gelek tîmên taybet, esker û cerdevan bi ser mala Aydogan de digirin. Bi lêdanê Aydogan dixin bin çavan. Dest û çavên wî girê didin û di nava xwînê de wê dibin Qereqola Eskerî ya Midyatê. Dûre wî dibin Qereqola Eskerî ya Navenda Mêrdînê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî gahî ji Nîhat Aydogan nehat girtin.”

Şahîn, anî ziman ku piştî salên dirêj mirina Nihat Aydogan derbasî nifûsa wî ya malbatê kirin û wiha bi dawî kir: “Malbat ji rayedaran pirsa, ‘Ger mirîbe, wê demê gora wî li ku derê ye?’ kirin. Lê hîna jî bersiva vê pirsa malbatê nehatiye dayîn. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bê encam man. Lêpirsînek bi bandor nehat birêve birin. Dosyeya Aydogan nîv sedsala li benda edaletê ye.”