Dayikên Şemiyê: Heta hesab nedin em nikarin bibin bira

Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Murat Yildiz pirs kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a tevlî çalakiyê bû got: “Ev der destpêka çîroka min e.”

Dayikên Şemiyê, bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 674’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin û qurnefilên sor û çarikên sipî danin ser pankartê. Dîsa wêneyên windayan rakirin.

Di çalakiya vê hefteyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, parlamenter Mithat Sancar, Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok û Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî tev li çalakiyê bû.

Di çalakiyê de dayika Cemîl Kirbayir Berfo Kirbayir a di 21'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da û Kiraz Şahin a di 27'e Sibatê de jiyana xwe ji dest da hat bibîr anîn. Dîsa aqûbeta Murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995’an de jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn. Birayê Cemil Kırbayır Mikail Kirbayir , diyar kir ku 5'emîn salvegera dayika wî ye û wiha got: "Gora Cemil ku me li cem gora dayika min vekiriye hêj vekiriye. Dayê me efo bike me îsal jî Cemil nedît û me neanî li cem te defin nekir."

Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz jî bal kişand ser têkoşîna Kirbayir a edaletê û wiha got: "Gora Mûrat li ku ye ji min re bêjin. Ez 23 salin li kurê xwe digerim. Em êdî hesreta hestiyên wan in. Em bûn qêrîn, em bûn çîrok û roman. Dinya Alemê bihîst lê hikûmetê ne bihîst. Heta ev yek çareser nebe aştî û demokrasî nayê."

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan "Diyar kir ku piştî wekî Hevseroka partiyê hat hilbijartin karê xwe yê yekem li vê qadê destpê dike û wiha got: "Ev qad cihê ku çîroka min lê dest pê kiriye ye. Em li vê qadê bi hevre giriyan. Em bi hevre li windayan geriyan. Lêgerîna me ya heq û hiqûqê wê dîsa berdewam bike. Em nikarin êşa dayikên ku 23 salin li vir li zarokên xwe digerin û êşa dayikên di şer de zarokên xwe winda kirine ji hev cuda bikin. Yên bang li şer dikin ji bo ku êşa şer zanibin bila werin li vê qadê ji dayikan bipirsin. Li vî welatî tu mirov nikarin mirinê tehalum bikin. Ev welat kirin welatê ku dayikên li ser darbestê zarokên xwe digirin. Roj wê bê dayikên zarokên xwe winda kirine û dayikên leşkeran wê milê xwe bidin hev. Em wê li dijî şer mil bidin hev û bi hevre têkoşîna xwe jibo aştiyê berdewamlbikin.

EM WÊ JI BO AŞTIYEK MAYINDE BIMEŞIN

Parlamentera CHP'ê Zeynep Altiok jî diyar kir ku Dayikên şemiyê li qada Galatasarayê bi salan in têkoşîna xwe berdewam dikin û heviyên xwe winda nekirine. Altiok, anî ziman ku ji bo aştiyek mayinde wê têkoşîn û meşa xwe berdewam bikin.

Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî jî anî ziman ku ne tenê Murat Yildiz 23 sal berê winda bû û wiha got: "Tevî wî dosya wî jî winda kirin. Em wekî hiqûqparêzan em wê heat dawî li cem Dayikên Şemiyê têkoşîna edaletê berdewam bikin."

Vê hefteyê daxuyaniya Şemiyê Mukaddes Şamiloglu parve kir û wiha got: “Rexne, daxwaz û parvekirina mafê ye yê hiqûqî û zagonî ye. Li gorî hiqûq û zagonên navneweyî ev mafê me hatiye parastin. Em astengiyên li ser vêyekê red dikin. Murat Yildiz di Sala 1975'an de li Îzmirê ji dayik bû. Piştî li cafeyekê niqaş derket polîs li wî geriyan. Polîsan li şûna wî dayika wî Hanife Yildiz birin qereqolê. Polisan diyar kir ku Murat teslîm bibe wê îfade bide û bê berdan. Di 23'ê Sibata 1995'an de Hanife Yildiz û parêzerê xwe, Murat li Şaxa Asayişê ya Bornova ya Ozkanlar a Îzmirê teslîmî komser Komiser Ramazan Kaya kirin. Pişti 3 roj şûnde Murat nehatin berdan, Hanife Yildiz, çû Şaxa Asayişa Ozkanlar a Bornovayê. Lê tu encam bi dest nexist. Piştre rayedaran diyar kirin ku Murat şandine Stenbolê, lê Murat xwe avêtiye bahrê û reviya ye.

‘DOSYE HAT WINDAKIRIN'

Şamîloglû diyar kir ku Hanîfe Yildiz serî li serdozgeriyên komarê yên Bornova û Gebzeyê jî daye û got: "Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 2'yan a Gebzeyê, piştî 5 salan beynên polîsên ku gotin Mûrat Yildiz xwe ji ferîbotê avêtiye esas girt û tenê 1.18 quriş cezayê pereyî li polîsan birî. Heman dadgeh di sala 2007'an de biryar da ku doz ji holê bê rakirin."

Şamîloglû destnîşan kir ku Parêzera ÎHD'ê Gulseren Yolerî, di sala 2015'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê da û xwest dîsa doz bê vekirin, lê belê vê carê jî derket holê ku li Edliyeya Gebzeyê dosye winda bûye. Şamîloglû got dozgeriyê ji dêvla lêpirsîneke çalak "biryara gaîbiyê" daye û li ser îtiraza Yoleriyê di 22'yê Sibata 2018'an de biryara gaîbtiyê hatiye redkirin.

Şamîloglû, diyar kir ku Dozgeriya Beyoglûyê der barê dayik Hanîfe Yildiz de ji ber axaftineke wê ya li Qada Galatasarayê lêpêrsîn vekiriye û got: "Meqamên edlî yên windakirina di bin çavan de ya ciwanekî 19 salî sûc nabînin, lê di îsyana dayikeke ku 23 salin li kurê xwe digere li sûc digerin. Ji bo zarokê xwe bibîne Hanîfe Yildiz tê Galatasarayê û ji ber axaftinên wê yên li vê qadê, ji malê tê girtin û ji bo îfadeyê wê dibin." Şamîloglû destnîşan kir ku Qada Galatasarayê "Qada Heqîqetê" ye û got: "Êdî bes e! Bila aqûbeta Mûrat Yildiz bê aşkerekirin! Bila di dosyeya Mûrat Yildiz de edalet rû bide."