Dayikên Şemiyê: Dewletê qetil kir û xist stûyê PKK’ê

Dayikên Şemiyê ji bo Uzeyîr Kûrt yê ku di sala 1993’an li Amed Bismilê hatibû windakirin, li hev civiyan. Kurê Uzeyîr Kûrt Farûk Kûrt jî ji girtîgehê name şand.

Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 664'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Uzeyîr Kûrt pirsîn. Kurê Uzeyir Kûrt Faruk Kûrt, di çalakiyê de nameya ku ji dapira xwe jiyana xwe ji dest daye re nivîsand û got: "Dapîrê tu gihişt bavê min?"

Çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku bi dirûşmeya "Faîl diyar in, winda li ku ne" her hefte tê lidarxistin di hefteya 664'an de berdewam kir. Dayikan di çalakiyê de dîsa pankarta “Faîl diyar in winda li ku ne?" vekirin û qurnefîl û çarikên spî danîn ser pankartan. Dayikan wêneyên windayan hembêz kirin û li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan vê hefteyê li aqûbea Uzeyîr Kûrt pirsîn ê ku di 24'ê Mijdara 1993’an de li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû binçavkirin û windakirin.

NAMEYA KURÊ WÎ

 

Di çalakiyê de nameya kurê Uzeyir Kûrt, Faruk Kûrt hat xwendin. Nameya Faruk Kurd a ji bavê xwe re şand wiha ye: “Îro bi hezaran kîlometre dûrî Qada Galatasarayê bang li bavê xwe dikim. Ez bêrîkirin û hezkirina te di dilê xwe de dijîm. Tu lehengê fikr û xeyalê min e. Bi hezaran zarok hestiyê bavê wan bê xwedî hatin hiştin. Ez tenê yek ji wan im. Çîrokên wan nîvco hatin hiştin. Wekî min gelek zarok hene. Ez dixwazim ken û xeyalên zarokan neyên çilmisandin.

Dayika min, dapîra min a berxwedêr Koçerî. Te bi ruhê xwe yê nemir mîrateya têkoşînê ji me re hişt. Tu ji ser zimanê min nakeve. Ji xeyalên min nakeve. Navê bavê min Uzeyr wekî straneke li ser zimanê te bû. Hezkirin, bêrîkirina te ya Uzeyîr her dem jîndar bû. Hezkirina te her dem di qêrîn û awazên te de xuya dibûn. Dapîrê tu gihişt bavê min?”

‘JI BER NASNAMEYA XWE KURDBÛNÊ HATE QETILKIRIN’

Hevsera Fehmî Tosûn, Hanim Tosûn jî anî ziman ku di sala 96'an de bi dayika Koçerî Kûrt a li kurê xwe digeriya li qadê hev nas kirine û wiha got: "Dayika Koçerî Kûrt qet dest ji têkoşînê bernedida.

Vê hefteye daxuyanî Dilcan Acer xwend a ku Biraziya Hasan Ocak e. Acer, anî ziman ku ji ber Tirkiye erk û berpirsiyariya xwe pêk neanî, kesên di bin çavan de hatin windakirin. Uzeyir Kûrt bavê 7 zarokan bû. Di 24'ê Mijdara 1993’an de ji aliyê leşkerên di fermandariya Serbaz Îzzet Cûral de hat binçavkirin û piştre di bin çavan de hat windakirin. Kûrt li mala xizmên xwe hat binçavkirin. Di operasyonê de 2 rojan ji aliyê leşkeran ve li gund hat rawestandin. Di 25'ê Mijdara 1993'an de dayika Koçerî Kûrt cil û berg bir ji kurê xwe Uzeyîr re. Koçerî Kûrt, di 30'ê Mijdara 1993'an de ji bo aqûbeta kurê xwe fêr bibe serî li Serdozgerê Komarê ya Bismilê Ridvan Yildirim da. Dîsa di heman rojê de serî li Fermandariya Cendirmeyan da. Dewletê ev bûyer xist stûyê PKK’ê. Di 11'ê Gulana 1994'an de parêzerên ÎHD'ê dosya birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."