Dayikên Şemiyê: Destên me li ser qirika we ye!

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Enter Ozdemir û Bapîr Çitak pirsin û çalakî kirin diyarî ji bo Hediye Coşkûn a ku dema aqûbeta kurê xwe pirs dikir, jiyana xwe ji dest da.

Dayikên Şemiyê, li Qada Galatasarayê cara 634’emîn bêyî rêhevala xwe Hediye Çoşkûn daxwaza dadê dubare kirin. Di çalakiya vê hefteyê ya bêyî Hediye Çoşkûn dayîka Abdurrahman Çoşkûn (21) ê di sala 1995’an de li Kerborana Mêrdînê pitşî hat binçavkirin hat windakirin ht pêkanîn praêzvanên mafê mirovan amadebûn.

Di çalakiyê de bal hat kişandin ser têkoşîna Dayîka Şemiyê Hediye Çoşkûn a roja Pêncşema bihûrî jiyana xwe ji dest da û aqûbeta Bapîr Çitak û Enter Ozdemîr hat pirsîn.

‘EM GELEK DAYÎKÊN ZAROKÊN WAN TUNE NE NAS DIKIN’

Dayika Mûrat Yildiz ê di Çileya 1995’an de hat binçavkirin û hat windakirin Hanîfe Yildiz, Hediye Çoşkûn bibîranî û got ew ê nebêjin “Bixartirê te.” Dayik Yildiz, bertek nîşanî ji nedîtî ve hatine rayedaran a daxwazên wan û wiha got: “Parberîna me çiya kirin rê û hêsirên çavên me robar gur kirin. Lê rayedarekê dengê me ne bihîst. Dibêjin em ê demokrasiyê bînin. Hûnê bi TOMA’yan demokrasiyê bînin. Em gelek dayîkan nas dikin zarokên wan tune ne û gelek zarokan nas dikin dayîkên wan tune ne.”

‘KESÊN BEHSA DEMOKRASIYÊ DIKIN BILA BERÊ XWE BIDIN GALATASARAYÊ’

Hevjîna Fehmî Tosun ê di 19’ê cotmeha 1995’an de li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin Hamin tosun da zanîn ku dayîka Hediye êşa zarokê xwe dijiya û wiha pêde çû: “Her hefte bi lingan dihat vir. Êşa zarokan dayîk dizanin. Em bi salane li vir diaxivin. Kesên li ser rê re diçin çîrokên me ji ber kirine. Êdî bese wê çend dayîk çav vekirî biçin. Kesên behsa demokrasiyê dikin bila berê xwe bidin Qada Galatasarayê.”

Daxuyaniya hefteyê parazvana mafên mirovan Aylin Hacaloglu xwend. Hacaloglu, diyar kir ku 634 hefteye ser winda û kujeran tê pêçandin û kujer nayên darizandin. Hacaloglu, anî ziman ku lêgerîn û hesabpirsîna wan wê bidome û wiha got: "634 hefteye çalakiya malbatên ku zarokên wan bi zorê ji ber deriyên malê hatin revandin û hatin windakirin, tên asteng kirin. Bang û daxwazên malbatan nayê bihîstin. Lêgerîna malbatan nayê dîtin. Kesên hatin binçavkirin wan bê nasname û bê goristan dihêlin û dixwazin ji hiş û hafizeya civakê winda bikin. Ji bo em ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin 634 hefteye em çalakiyên xwe bi biryar berdewam dikin. 634 hefteye em li dijî siyaseta înkar û bişaftinê di ber xwe didin. Em dixwazin hesap bê pirsîn û berpirsiyar bên darizandin. Lêgerîna malbata Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ê 23 sal berê hat windakirin, didome. Em wan ji bîr nakin.

Bavê 2 zarokan ê 46 salî Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak li gundê Kazan ê Navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin windakirin. Leşkeran di şevek gulana 1994'an de gunde wan dorpêç kirin û tevî çerdevanan li malan lêgerîn kirin. Bi saetan li ser gund gule reşandin. Di gulebaranê de ji malbata Akar zarokê 10 salî hat kuştin. Leşker di saetên şevê de bi ser mala Enter Ozdemir û Bapîr Çitak de girt û ew binçav kirin.

Ozdemîr û Çitak piştî hatin binçavkirin û venegeriyan malê. Piştre malbatan cenazeyên Çitak û Ozdemîr bi awayekî dest û piyên wan girêdayî li tenişta çemekî dîtin. Çitak û Ozdemîr li pey panzêrê hatibûn kaşkirin û piştî êşkenceyê bi guleyan hatibûn kuştin. Keyayê Gund Î.K li Fermandariya Cendirmeyan a Çelê geriya û xwest dozger bê cihê bûyerê lêkolîn bike. Lê leşkeran got "Em ji ber ewlehiye nikarin bên" Piştre ji muxtar xwestin ku cenazeyan bînin çelê. Piştî ku cenaze birin Çelê li ser rê leşkerên Tûgaya Bolû rêya wan girtin. Her çend malbatan got "Fermandariya Cendirmeyan a Çelê û Dozger xwest em cenazeyan bînin Çelê" jî dîsa leşkeran destûr neda.

Leşkeran gefa "Biçin li gund defin bikin an em wê we tevan bikujin" li wan xwarin. Piştre cenazeyên Ozdemir û Çitak li gund hatin definkirin.

Hacaloglû, ani ziman hêj nehatiye qebûlkirn ku Enter Ozdemir û Bapîr Çitak di bin çavan de hatine kuştin û xwestin êdî edalet cihê xwe bibîne û hesab ji berpirsiyariyan bipirsin. Dîsa xwest dosyaya Enter Ozdemir û Bapir Çıtak ji nuve bê vekirin êdî bên cezakirin. Herî dawî ji Enter Ozdemir û Bapir Çitak edalet cih bigire.