Dayikên Şemiyê: Bila kujerên werin darizandin
Dayikên Şemiyê li kujerên Abdullah Canan ê karsaz pirsîn, ku di sala 1996’an de li Geverê hat destgîrkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin.
Dayikên Şemiyê li kujerên Abdullah Canan ê karsaz pirsîn, ku di sala 1996’an de li Geverê hat destgîrkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 825’an de çalakiya xwe ya heftane ji ber koronayê bi rêya onlîne li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê xwestin li aqûbeta Abdullah Canan ê karsaz pirsîn, ku di 17’ê çileya 1996’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû destgîrkirin û pişt re cenazeyê wî hate dîtin.
Daxuyaniya vê hefteyê keça Abdullah Canan, Nûran Canan xwend. Canan diyar kir ku 825 hefte ne ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatin windakirin dipirsin û got: “Mafê wan jiyanê hat binpêkirin. Lê heta vê kêliyê jî ji berpirsiyar û kujeran hesab nehatiye pirsîn. Ne em digihîjin edaletê û ne jî binpêkirina mafên mirovan tê sekinandin û ne jî Tirkiye vediguhere dewleta hiqûqê.”
Canan anî ziman ku bavê wê dema hat qetilkirin 43 salî bû û ew li Geverê karsazek bû û wiha got: “Li dijî binpêkirina mafên xwe serî li dozgeriyê da. Bavê min bi 7 xizmên xwe re derbarê Fermandarê Tabûra Komandoyên Çiya Mehmet Emîn Yûrdakûl de gilî kirin. Yûrdakûl bavê min û du kesan bangî wan kir ku biçin meqamên wî. Fişarê û gefan li bavê min kiriye ku dest ji gilîkirinê berde.”
Canan da zanîn ku bavê wê di 17’ê çileya 1996’an de ji Geverê derdikeve rê û dixwaze biçe Colemêrgê û wiha got: “Li gorî beyanên şahidan, leşker li ser rêya bejahiyê ya Wanê otomobîla bavê min disekinînin û wî destgîr dikin. Bi wesayîtek leşkerî dibin Fermandariya Komando ya Geverê. Malbata me serî li meqamên herêmî û netewî hemûyan xist û xwestin were dîtin. Lê belê destgîrkirin bavê min hat înkarkirin. Di 21'ê’sibata 1996’an de cenazeyê Abdullah Canan ê îşkence lê hatiye kirin ji aliyê gundaiyan ve hat dîtin. Abdullah Canan ji nêz ve bi 7 guleyan hatiye kuştin, dest, ling û devê wî girêdayî bûne. Cenazeyî wî danîbûn ber menfezek Qereqola Bajargerha Geverê.”
Canan destnîşan kir ku îfadeyên Kahraman Bîlgîç ê îtîrafkar piştrast kiriye ku Abdullah Canan bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û li gel hemû belge û îfadeyên şahid jî qetilkirinê li ber çavan nehat girtin û esas negirtin. Canan anî ziman ku malbata wan piştî encam ji daraza Tirkiyê wernegirt dozê veguhezandin Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û vê dadgehê Tirkiyê ji ber îşkenceyê mehkûm kir.
Canan destnîşan kir ku kujer û berpirsiyarên windayan diyar in û navê van kesan di dosyeyên dozan de jî hene û got: “Ji bo kujerên Abdullah Canan werin dîtin û darizandin û ji bo edalet pêk were gavan biavêjin û wezîfeya xwe pêk bînin. Çend sal derbas dibe bila bibe ji bo Abdullah Canan û windayan hemû em ê dest ji xwesteka edaletê bernedin. Em ê dest ji mekanê xwe Meydana Galatasarayê ya 126 hefte ne li me hatine qedexekirin bernedin.”
Piştî daxuyaniyê hevjîna Canan, Zulehya Canan jî axivî û wiha got: “Ne em ne jî Xwedê zilma li me hatiye kirin qebûl dike. Qatilê me Mehmet Emîn Yûrdakûl e. DMME’yê ji bo doza Abdullah Tirkiyê mehkûm kir. Em ê her bêjin qatîl Mehmet Emîn Yûrdakûl e.”