Dayika Ferha jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Ferha Yavûz a ku 27 salin li benda kurê xwe yê ku bi avêtina wî ji helîkopterê hat qetilkirin û cenazeyê wî hat windakirin, jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aştiyê Ferha Yavûz (83) ku li gundê Delavê Dengiza (Beşevler) ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê dijiya, di 4'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dayika Ferha li gund hat veşartin.

Kurê Ferha Yavûz Dogan Yavûz (Dijwar) ê ku tevlî PKK'ê bibû, di sala 1995'an de li navçeya Mehşetê ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve bi birîndarî hatibû girtin. Tê zanîn ku Yavûz piştre ji helîkoptera lê siwar kiribûn, li nêzî gundê Dengîza ku malbata wî lê dijîn, hatiye avêtin û cenazeyê wî hatibû windakirin.

Dayika Ferha ya ku demek dirêj hişê xwe winda kiriye 27 sal in li benda kurê xwe bû.

Dayika Ferha bi hizra ku kurê wê tê, ber bi her wesayitekê ku li ber deriyê wê radiwestiya, dibeziya.