Dayika Aşitiyê Havva Kiran hat binçavkirin

Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran li Amedê hat binçavkirin.

Piştî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku li qada 5'ê Hezîranê a Amedê hate lidarxistin û şûnde, Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran hat binçavkirin. Kiran a ku piştî ji mitîngê vedigeriya li bêşberî avahiya meclîsê ya li Baglarê hat binçavkirin û sedemê binçavkirina Havva Kiran ne hat zanîn.

Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran birin Miduryeta Emniyetê ya Amedê.