Dayik 100 sal in ji bo aştiyê çalakiyê dikin

Namzeta parlamenteriyê ya Wanê ya Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku Roja Dayikan a îsal gelekî hêja û girîng e û got, "Dayik 100 sal in ji bo aştiyê çalakiyê dikin" û Roja Dayikan pîroz kir.

Namzeta Parlamenteriyê ya Wanê ya ji Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, li ser 14'ê Gulanê Roja Dayikan axivî.

Sayyîgît diyar kir ku ji dîrokê û vir ve li gelek deveran hedefa destpêkê ya şer û rejîmên zayendîperest ên zordar, jin bûn.

Sayyîgît ragihand ku li dijî vê mekanîzmaya dijminê jinê ya ku bandor li gelek qadên jiyanê kiriye, têkoşînên mezin hatin meşandin, berdêlên giran hatin dayin û got, "Li dijî polîtîkayên dijminê jinê, her roj li her qadê jin têdikoşin, xwe diparêzin."

'DAYIK 100 SAL IN JI BO AŞTIYÊ ÇALAKIYÊ DIKIN'

Sayyîgît ragihand ku Roja Dayikan 14'ê Gulanê hîn bi wate kiriye û got, "Ji ber ku dayik 100 sal in ji bo aştiyê çalakiyê dikin, ji bo aştiyê li ber xwe didin. Carna hatin girtin, carna êşkence li wan hate kirin, carna cenazeyên wan bi rojan li naverastê hatin hiştin, lê belê ti carî dest ji berxwedanê bernedan. Ji ber vê yekê bi hêviya welatekî aştî û demokrasiyê Roja Dayikan pîroz be. Daxwaza sereke ya dayikan demokrasî û aştî ye. Ev jî pêwîstiya lezgîn a bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîşan dide. Dayikên ku her sal bi sedan ewladên xwe ji dest didin, dixwazin talan, hilweşîn bi dawî bibin."