Daxuyaniya YPJ'ê ya li ser 8'ê Adarê

YPJ'ê li ber avahiya xwe ya li Serêkaniyê, li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da. Di dema daxuyaniyê de bi dehan şervan û fermandarên YPJ'ê amade bûn.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê destnîşan kir, ku ew hêza parastinê ya hemû jinan e û wê têkoşîna ji bo azadiya jinê geş bikin. Fermandariyê bang li jinan kir, ku ji bo Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Yekîneyên Berxwedana Jinê (YPJ) li ber avahiya xwe ya li Serêkaniyê, li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da. Di dema daxuyaniyê de bi dehan şervan û fermandarên YPJ'ê amade bûn.

Daxuyaniya YPJ'ê bi vî rengî ye:

"Di 8'ê Adara 1857'an de 129 jinên kedkar ku tenê doza mafê xwe dikirin, li pêşberî cîhanê di nava febrîqeyê de bi awayekî zindî hatin şewitandin. Heman zîhniyet îro jî li ser kar e û jinên şopdarê van 129 jinên têkoşer jî ji bo tekbirina vê zîhniyetê tekoşînek mezin û bi rûmet didin meşandin.

Em wekî YPJ, 107. salvegera Roja Jinên Kedkar ên Cihanê ya 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê, jinên Rojhilata Navîn, dayikên şehîdan û hemû têkoşerên azadiyê pîroz dikin.

Di van 107 salên bihurî de pêşengên jinên têkoşer wek Roza Lûksemburg, Klara Zetkîn, Zarîfe, Besê, Leyla Qasim, Berîtan, Şîlan, Zîlan û Sarayan û bi sedan jinên ku di pêşengtiya Arîn Mîrkan, Ozgur Efrîn, Jiyan Rojhilat û Destîna Başûr de bi wêrekiyek mezin, zanistiyek neteweyî 8'ê Adarê nûjen kirin û ala têkoşerên azadiya jinê bilind kirin. Em wek YPJ bi mebesta 107. salvegera vê rojê de hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tinîn û soza xurtkirin û bilindkirina tekoşîna wan dubare dikin.

Em wek YPJ, di cihan û Rojhilata Navîn de hemû zîhniyet û desthilatdariyên ku jinan dixwaze bike milk, wek xenimetê şer dibîne; ne wek nirxek mirovahî lê bele wek amûrekî ku sîsteme xwe li ser bide rûniştandin digre dest wek nêzîkatiyên baviksalarî dibînin û vê jî ji bo xwe wek sedemek têkoşîne digrin dest.

YPJ bi vê ferasetê di nav van 7 salên Şoreşê Rojavayê Kurdîstanê de tekoşînek bê hempa meşandiye, bi tîpên zerîn dîrok nivîsandiye û pêşketinên dîrokî avakiriye. Di milê siyasî de bûye xwedî îrade û perspektîfên zelal, di warê bîrdozî û jiyanî de bûye xwediye perspektîfê netewe demoqratîk û jiyana azad a hevbeş, di warê leşkerî de jî xwe gihandiye terz û teqtiqên nûjen û bi vê awayî bûye hêza tolhildanê hemû cûre desthilatdariye.

Zanebûna 'rizgarkirina her jinekê rizgarkirina welatekî ye' erka YPJê ya esasî ye. YPJ çawa ku bi hemle Minbicê ve bi hezaran jinên Ereb, Kurd, Sûryanî û Êzidî ji destê dagirkerî û faşîzma DAIŞ'ê rizgar kiriye, salvegera 107. a 8'ê Adarê jî bi armanca rizgarkirina Reqa û azadkirina jin û zarokan ji bin zilmê DAIŞ'ê pêşvazî dike. Em ê vê serketinê diyarî şehîdên 8'ê Adarê û hemû jinan bikin.

Êdî baş hatiye fêhmkirin ku jinê herî xurt jina xwe rêxistinkirî û asta xwe parastina avakiriye ye. Tecrûbeyê YPJ a di van 7 salên ku di Şoreşa Rojavayê Kurdîstanê de girtî û mîrateya dîrokî ya ku xwe dispêre jî dikare bi vê zanebûnê bixê malê hemû jinan.

Bi vê wesîleya 8'ê Adarê em carek din daxwaza xwe ya tekoşîna azadiya jinan a hevbeş û rêbazên tekoşînê diyar bikin û ji hemû jinan re bang bikin."

'EM JI BO RÊBER APO DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Wekî tê zanîn di tekoşîn û pêşxistina azadiyê jin de Rêber APO xwedî rolek dîrokî û netewî ye. Ev 18 sal in di encama komplokî navneteweyî de dîl hatiye girtin û di bin tecrîdekî dij mirovahî û îşkenceke giran de tê girtin. Wekî erkek bingehin, hemû jinan dibe li dijî vê êrişê dengê xwe bilind bikin û helwestên xwe yên demoqratîk raber bikin.

Di vê pevajoya dîrokî de li Rojhilata Navîn jin milê çandî, jiyanî û ewlekarî de bi komkujiyek mezin re rûbirû ye. Lewma pêdivî heye ku li dijî vê komkujiyê tekoşîn bê kirin û xwe bigihînin mekanîzmayek ewlekariyek hevbeş. Di serî de li hemberî DAIŞ û hemû desthilatdariyên ku heye tekoşînek îdeolojîk û parastinê pêşxistin erkê her jinekî ye.

YPJ amadeye ku ezmûna xwe ya ku bi seknê xwe ya berxwedanî û werekiyê ku di şer de pêşxistiyê bi dest xistiye bi hemû jinan re parve bike.

Di hemû şer û pevçûnan de milê koçberi, aborî, parastin û jiyanê de yên ku herî zêde maxdur dibin jin û zarok in. Ji bo ku mafê jin û zarokan bê parastin, dibe hemû jinan tebikoşin û bibin xwedî helwest.

Di rojavayê Kurdîstanê de YPJ ne tenê hêzên parastina jinê Kurd e, hêza hemû parastina jinan e. Di nava YPJ de gelek reng hene ku bi çand û nasname xwe tedikoşîn û gihiştine heta asta şehadete jî. Ev jî dide diyarkirin ku YPJ hêzek parastinê enternasyonalîst e û dibe ev ast hîn zedetir bê xurrt kirin.

Wekî jin destkeftiyên me yên girîng heye. Lê belê xeteriyên mezin jî hîn li ser jinan heye. Ji bo tekbirina xeteriyan û ji bo afirandina netewe demoqratîk bangavaziyan me ji hemû jinan re di nav refên tekoşîn de cihê xwe bigrin. Her jinek dikare gellek destkeftiyan bi dest bixe. Lê belê em hemû bi hev re dikarin desthilatdarî tek bibin, zîhniyetê demoqratîk, çanda ehlaqî û jiyana azad biafrinîn. Li ser vê esasî em carek din 8ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û dibejin."