Daxuyaniya PKK’ê di çapemeniya cîhanê de deng veda

Banga Rêber Apo û daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê di nava çend deqeyan de di çapemeniya cîhanê de cih girt.

ÎLANA AGIRBESTÊ DI ÇAPEMENIYA CÎHANÊ DE YE

Piştî banga dîrokî ya ku Rêber Apo 27’ê Sibatê kirî, Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku ew beşdarî bangê dibin û wê guh bidinê. PKK’ê ji îro û pêve agirbest îlan kir

Mîna piştî banga Rêber Apo, daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê jî di çapemeniya cîhanê de cihekî berfireh girt. Li seranserî cîhanê, ji dervey ajansên nûçeyan ên fermî yên Rûsya û Îranê Sputnik û IRNA’yê, hema bêje hemû rêxistinên çapemeniyê nûçe weşandin. Servîsa Tirkî ya Sputnik jî nûçe bi zimanê medyaya alîgir, dît.

REUTERS

Reuters ragihand ku piştî banga Rêber Apo, PKK’ê agirbest îlan kir. Di nûçeyê de bal kişandin ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û diyar kirin ku 40 sal in şer dewam dike.

ASSOCIATED PRESS NEWS (AP)

Di nûçeya AP’ê de hate diyarkirin ku PKK’ê di nava 2 rojan de agirbest îlan kir û daxuyaniya PKK’ê wiha da: “Ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bikeve meriyetê, em agirbestê îlan dikin. Heta ku êrîşî me neyê kirin, ti hêzên me çalakiya çekdarî nakin.”

FRANCE 24

Qenala nûçeyan a France 24 nûçe bi van gotinan servîs kir: “Em naveroka bangê qebûl dikin û em ê vê bişopînin û pêk bînin.”

XINHUA

Ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhua nûçeya xwe weke ‘flaş’ weşand û ragihand ku PKK’ê bi banga Rêber Apo re agirbest îlan kir.

AL JAZEERA

Al Jazeera diyar kir ku PKK’ê agibest îlan kir û got, “PKK’ê xwest ku lîderê wan Abdullah Ocalan ê di girtîgehê de, were berdan.”

JARUSALEM POST

Jarusalem Post a ku navenda wê Îsraîl e, îlana agirbestê ya PKK’ê bi xwînerên xwe re parve kir.

SKY NEWS

Televîzyona SKY News îlana agirbestê weke nûçeya lezgîn weşand.

BBC

BBC’ê bi nûçeya David Mercer re biryara agirbestê ya PKK’ê ragihand.

SPUTNIK

Servîsa Îngilîzî ya Sputnik ku ajansa nûçeyan a fermî ya Rûsyayê ye, nûçe ji nedîtî ve hat û servîsa Tirkî jî tercîh kir ku nûçeyê bi zimanê medyaya alîgir bibîne.

DW, CNN International, Al Arabiya, Bloomberg, The Washington Post, The Times Of Israel û gelek rojname, televîzyon û malperên nûçeyan biryara agirbestê ya PKK’ê parve kirin.