Darbesta Dilîşan ber bi Kobanê ve birin

Darbesta nûçegîhana ANHA Dîlîşan Îbiş ku li Dêra Zorê di komkujiyê de  jiyana xwe ji dest dabû, ji Qamişlo ber bi Kobanê ve birin.

Beriya Darbesta Dilîşan ber bi Kobanê ve biçe, merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi tevlêbûna bi dehan xebatkarên çapemeniyê û welatiyên Qamişlo darbesta Dilîşan ji taxa Enteriyê wergirtin. Li vir merasîm hate lidarxistin, piştre Endama Yekîtiya Ragîhandina Azad Stêrk Gulo axivî û got ku Dilîşan bi kamera û pênûsa xwe şerê çeteyên DAIŞ’ê kir û wiha axivî: “Kamereya Dilîşan wê tenê bi teknîkekê nemîne, lê wê bibe amûreke tunekirina kiryarên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî sivîlan. Divê hemû xebatkarên çapemeniyê xwedî li dengê Dilîşan derkevin.”

Piştî axaftinê gel darbest wergirtin û bi konvoyeke wesayîtan ber bi Kobanê ve derketin rê. Li Kobanê jî wê darbesta Dilîşan bi merasîmekê li goristana Şehîda Dicle were veşartin.

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Ebû Fas bi erebeyên bombebarkirî êrîşî sivîlan kiribûn. Di encamê de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegîhana ANHA’yê  Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed di dema teqînê de li wir bûn. Di encamê de nûçegihan  Dilîşan Şehîd bûbû, Rizgar û Hogir jî birîndar bûbûn.

Her sê nûçegihan Pêngava Bagera Cizîrê ji destpêkê ve dişopandin.