Danûstandinên bi Talîbanê re: Jin wê ji bo mafên xwe zextê bikin

Li Efganistanê, jinên ku tevlî hevdîtinên aştiyê yên navbera Talîbanê û hikumetê bibin, ji bo parastina mafên ku ji sala 2001'ê ve hatine bidestxistin wê têbikoşin.

Piştî ku meha Sibatê di navbera DYE û Talîbanê de peymana aştiyê hate îmzekirin, danûstandinên navbera Talîbanê, nûnerên hikumeta Efganistanê û nûnerên saziyên cuda wê di demeke nêz de dest pê bike. Danûstandin bi mehan e bi hincetên cuda tên taloqkirin. Bi rêya danûstandinan, tê xwestin ku dawî li şerê navxweyî bê anîn ku ji sala 1979'an bi destwerdana Yekîtiya Sowyetan dest pê kir û zêdeyî 40 sal in didome.

JIN JÎ TEVLÎ DANÛSTANDINAN DIBIN

Beriya destpêkirina danûstandinên ku aştiyê bîne Efganistanê, hikumetê û Talîbanê bi hezaran leşker û endamên Talîbanê yên girtî bi hev guhertin. Piştî vê pevguhertinê, danûstandin wê li paytexta Qatar Dohayê dest pê bikin. Rayedarên her du aliyan hefteya derbasbûyî ji bo nirxandina amadekariyan li Pakistanê li hev civiya bûn.

Jinên ku di dema rêveberiya Talîbanê de ya navbera salên 1996-2001'ê û pêvajoya piştî wê zerara herî mezin dîtin, wê mohra xwe li danûstandinan bixin. Bi navê Talîbanê wê 21 kes tevlî hevdîtinan bibin ku hemû jî mêr in. Di heyeta hikumeta Efganistanê de jî 37 kes hene. Di heyetê de herî kêm 5 jin hene.

'EM Ê MAFÊN XWE BIPARÊZIN'

Li Efganistanê jiyan ji bo jinan gelekî zehmet jî be, jin naxwazin li dema navbera salên 1991-2001'ê vegerin. Di sala 2001'ê de piştî hilweşandina Talîbanê jina hinek maf bi dest xistibin jî hîn jî ji ber bandora civaka kevneşop û bandora Talîbanê zor û zehmetiyan dikişînin. Lê belê ji bo li jiyaneke bi rêbaza Talîbanê venegerin têdikoşin.

3 nûnerên jin ên tevlî danûstandinan dibin, ji AFP'ê re axivîn û destnîşan kirin ku ew ê hewl bidin destketiyên xwe biparêzin.

Endama heyetê Fawzîa Koofî diyar kir ku wê di nava kesên ku 'baweriya xwe bi hebûna jinê nîne' hewl bidin danûstandinan bikin. Koofî destnîşan kir, ku muzakerekirina mijara jinê bi Talîbanê re gelekî zehmet e.

Koofî destnîşan kir ku mafên jinan ên piştî sala 2001'ê ji aliyê komara nû ve hate qebûlkirin, parastina wan mafan ji bo wan mijareke nebe nabe.

"KOMARA KU EM WEKE 'WELATÎ' LÊ TÊN DÎTIN, DIVÊ BÊ PARASTIN"

Endameke din a heyetê Habîba Sarabî jî destnîşan kir ku di danûstandinan de karê wan ê sereke parastina rejîma komarê ye. Sarabî bi bîr xist ku di nava komarê de ew weke 'welatî' tên dîtin, lê belê li 'mîrîtiya' ku Talîban daxwaza wê dike, ew tune tên hesibandin. Sarabî destnîşan kir ku danûstandinên aştiyê wê ji şer girantir bin.

Fatîma Gaîlanî jî ku demeke dirêj serokatiya Heyva Sor a li Efganistanê kir, bal kişand ser girîngiya agirbestê. Gaîlanî diyar kir ku di destûra bingehîn a nû ya gengaz de divê mafên hindikahiyan û jinan bê parastin.