Dadgeriya Tirk dike ku jin hîn bêhtir bi destê mêran bêne kuştin

Ji endamên Komeleya Jinê ya Rosa Parêzer Elîf Tîrenç Ûlaş destnîşan kir ku biryarên bêcezahiştinê yên dadgeriya Tirk dibin sedem ku jin hîn bêhtir bi destê mêran bêne kuştin.

Li Kurdistanê û Tirkiyeyê roj nîne ku jinek nayê kuştin. Hema bêje her roj jinek tê kuştin û emniyet, medya û dadgerî jî bi kiryarên xwe vê yekê teşwîq dikin.

Endama Komeleya Jinê ya Rosa Parêzer Elîf Tîrenç Ûlaş li ser tundî û kuştina jinê ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Ûlaş diyar kir ku tundiya li jinê xwe dispêre mejiyê mêrsalar û destnîşan kir ku pêwendiya tundiya mêr û dewletê ya li jinê, ji ber sîstemê ye.

Parêzer Ûlaş got, "Di tundî û kuştina jinê de ya bi destê mêr tê kirin, bandora biryarên dadgehê gelekî zêde ye. Her wiha bicihneanîna biryarên parastinê û biryarên bi îdîaya 'rewşa baş' a di dosyayên kuştina jinê de têne dayin, bandorê li rûdana vê yekê dikin. Dema ku mirov van hemûyan binirxîne, nikare bêje ku dewlet berpirsyariyên xwe bi cih tîne. Ev polîtîkaya giştî ya dewletê bandorê li civakê jî dike. Mînak, biçekbûna şexsî ya li nava civakê pirsgirêkeke girîng e. Tevî vê yekê zîhniyeta mêr a ji dewletê bandor dike, hîn li nava civakê nehatiye şikandin. Di vê mijarê de divê karên civakî yên li ser wekheviya zayendî bêne kirin. Lê belê polîtîkayeke bi vî rengî heta niha nehatiye kirin. Lewma heta niha pêşî li tundiyê nehatiye girtin."

JI POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê CUDA NÎNE

Parêzer Ûlaş ragihand ku bûyerên kuştina jinan li gorî dema derbasbûyî gelekî zêde bûye û ev nirxandin kir: "Rojane ne kêmî sê, çar jin têne kuştin. Ev tenê hejmara bûyerên kuştinê ne. Bûyerên tundiyê gelekî zêdetir e. Ev rewş jî ji polîtîkayên hikumetê cuda nîne. Ji ber ku hikumet bi gotin, polîtîka û karê xwe li şûna ku pêşî li tundiya li jinê bigire, vê yekê teşwîq dike.

Li şûna ku pêşî li tundiyê bigire û kiryaran ceza bike, dewlet berevajî vê yekê tevdigere. Berpirsyariyên xwe bi cih nîne. Ji ber ku nayên cezakirin, hingî kiryar digihêje wê baweriyê ku vî sûcî bike wê cezayekî giran lê neyê birîn. Vê yekê jî di pratîkê de nîşan dide."

GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA JINAN

Parêzer Ûlaş diyar kir ku divê jin bi têkoşîna xwe ya şexsî û rêxistinî zextê li dadgeriyê bikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û got, "Nenixujmandina bûyerên kuştinê û negirtina ser dosyayan encama têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan e. Bêguman ev têrê nake, ji ber ku em li dijî sîstemê têdikoşin."