Dadgeha mêran xwarziya Xamneyî Ferîde ceza kir!

Dadgeha Mêran ku bi taybetî bi dadgehkirina mêrên ayînî kar dike, xwarziya Elî Xamneyî Ferîde Mûradxanî ceza kir. Dadgeha Mêran 15 sal ceza li Mûradxanî birî.

Dadgeha Mêran ku bi taybetî bi dadgehkirina mêrên ayînî hatiye avakirin, 15 sal ceza li Ferîde Mûradxanî ku xwarziya lîdarê ayînî yê Komara Îslamî Îranê Elî Xamneyî ye birî.

Ferîde Mûradxanî keça Bedrî Hisên Xamneyî ye.

Parêzerê Ferîde Mûradxanî, Mihemed Hisên Axasî li ser mijarê li ser hesabê xwe yê Twîterê agahiyek par ve kir û got: “ Ferîde Mûradxanî ji ber sûcên derbarê wê, ji aliyê dadgehek taybet a mêrên olî ku ne ji wê berpirs e hate darizandin û 15 sal ceza lê hate birîn.  Ji ber ku ne ez û ne jî muwekîla min em ne mela ne (ruhanî) lewre parêzertiya min nehat qebûlkirin. ev di demekê de ye ku muwekîlê min jî ne mela ye. Li ser  îtiraza min û muwekîla min ev yek hate qebûlkirin û 3 sal ceza hate erêkirin.”

Keça Bedrî Xamneyî Ferîde Muradxanî hefteya borî ji aliyê dadgeha şoreşê ve bang li wê hate kirin, hatibû destgîrkirin. Ferîde berî bê destgîrkirin bang civaka cîhanî kiribû ku têkiliyên xwe li gel dewleta Îranê qut bikin.

Di rojên borî de xwişka Rêberê Komara Îslamî ya rejîma Îranê Elî Xamneyî Bedrî Hisên Xamneyî rexneyên tund li birayê xwe girt û xwe ji desthilata birayê xwe da alî û bang li hêzên dewletê kir ku dest ji çekê berdin, bi gel re bin.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji 16’ê Îlonê heta niha, herî kêm 458 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin ku ji van 29 jin û 63 zarok in. Bi hezaran kes jî birîndar in û hatine girtin.