Cezayê tevlîbûna li çalakiyên demokratîk: 7-15 sal

Serdozgeriya Komarê ya Amedê tevlîbûna Sevîm Coşkûn a li çalakiyên demokratîk weke sûc dît û xwest ku ji 7 heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Di 8'ê hezîranê de di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin li dijî Komeleya Jinan a Rosayê operasyoneke destgîrkirinê hatibû lidarxistin û gelek endamên komeleyê hatibûn destgîrkirin û girtin. Yek ji van kesan jî endama komeleyê Sevîm Çoşkûn bû. Danişîna doza Çoşkûn ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.

Çoşkûn, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê ElÎf Tîrenç, Îpek Ulaş û Halîl Îbrahim Erdogan li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi îdîaya “emdamtiya rêxistinê” xwest Çoşkûn ji 7 salan heta 15 salan bê cezakirin û girtina wê berdamkirin.
 
Çoşkûn û parêzerên xwe tevlî daxwaza tehliyeyê kirin lê dadgehê daxwaza tehliyeyê red kir û danişînî taloq kir.