'Cezayê bêbandor sedema zêdebûna kuştina jinê ye'

Parêzer Cemal Demîr ragihand, dema dawî bûyerên kuştina jinê zêde bûne û destnîşan kir, sedema vê yekê jî cezayên bêbandor in ku ev yek hîn bêhtir cesaretê dide mêran.

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî jinê, kuştina jinan zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta Tirk, di sala 2016'an de li Tirkiyeyê 304, sala 2017'an 353 jin, sala 2018'an 280 jin û sala 2019'an jî 299 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li gorî daneyên Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' di sala 2017'an de 409 jin, sala 2018'an 440 jin û sala 2019'an jî 474 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Platformê ragihand, sala 2019'an 185 jin bi çekê, 101 jin bi kêrê hatin kuştin, 29 ji hatin fetisandin, 6 jin bi dermanên kîmyewî, 27 jin bi lêdanê, 6 jin bi şewitandinê û 19 jî ji bilindahiyê hatin avêtin û kuştin. 155 ji 474 jinên hatin kuştin zarokên wan hebûn, 7 jî ducanî bûn. 115 ji jinên hatin kuştin weke kuştina bi guman hatin qeydkirin. Di navbera daneyên fermî û yên platformê de cudahiyeke mezin heye. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet bûyerên kuştina jinê ji raya giştî vedişêre.

'BÛYERÊN KUŞTINA JINÊ JI RAYA GIŞTÎ TÊ VEŞARTIN'

Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku zext û tundiya li jinê meseleyeke kûr e û bi taybetî bi kuştina jinê ya demên dawî re tundiya li jinê zêdetir bûye.

Demîr ragihand, kuştina jinê ji raya giştî re zêde nayê ragihandin, tê veşartin û got, "Ji ber vê ve çareseriyeke hiqûqî ya li tundiya li jinê timî kêm ma. Dema ku mirov ji aliyê hiqûqî ve bala xwe bidin ser mijarê, dibînin ku dadgehan cezayên pêwîst nebirîn û rêya çareseriyê peyda nekirin. Vê yekê jî pirsgirêk girantir kir. Bi taybetî li Wanê û navçeyên wê û li bajarên herêmê ev pirsgirêk timî derket pêşiya me. Lewma em dibînin ku ji ber vê sedemê bûyerên kuştina jinê her tim zêde dibe."

'KÊMKIRINA CEZA DIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA KUŞTINA JINÊ'

Demîr got, "Bi guhertinên qanûnî û hiqûqî pêşî li tundiya li jinê, pêşî li kuştina jinê dikare bê girtin" û diyar kir, "Ji aliyê hiqûqî ve kêmasiyên mezin hene. Bi îdîaya 'tehrîk bûye' dadgeh cezayên kêm li mêr ên kujer dibirin û ev yek jî dibe sedem ku hîn bêhtir jin bên kuştin.

Beriya niha di bûyereke kuştina jinê de dadgehê cezayê muebbetê birî, lê ev yek biryareke kêmdîtî bû. Mixabin di her bûyereke kuştina jinê de ev ceza nayê birîn, li şûna vê cezayên kêm tên birîn. Ev jî dibe sedem ku hîn bêhtir jin bên kuştin. Di vê mijarê de divê gel jî têgihiştî û hesas be û karibe nerazîbûna xwe nîşan bide. Di vê mijarê de kêmasiyên gel jî hene."