Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

CENÎ: Em ê ti carî ji bîr nekin, efû nekin, em edaletê dixwazin

CENÎ ku navenda wê li Elmanyayê ye, da xuyakirin ku têkoşîna wan a ji bo ronîkirina komkujiya parîsê wê bi xurtî dewam bike.

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser girîngiya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ji bo tevgera jinan a cîhanê. Di daxuyaniyê de berpirsyariya hikûmetên Fransa û Elmanya ji bo ronîkirina cînayetê hate bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de mirina bi guman a kujer Omer Guney hat bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku ew ê bi ti awayî nehêlin ser komkujiyê bê nixumandin.

Di daxuyaniyê d hat ragihandin, ve cînayeta siyasî hem di nva gelê Kurd hem jî di nava tevgerên jinan ên cîhanê rê li ber hêrseke gelekî mezin vekiriye û hat gotin, "Çend roj piştî kuştina her sê şoreşgerên jin, li Parîsê zêdeyî 100 hezar kes daketin kolanan. Cenazeyên her sê jinên şoreşger li paytexta Kurdan Amedê ji aliyê bi mîlyonan ve hatin pêşwazî kirin."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkiliya kujer Omer Guney bi MÎT'ê re û hat gotin, "Omer Guney welatiyê Elman bû û li Elmanyayê di nava komeke tund a neteweperest de cih digirt. Nebûna agahiya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanya ji vê yekê, cihê gumanan e. Lewma tevî meqamên fermî yên Fransayê, berpirsyarî û hevkariya sûc a Elmanya jî ne kêmî ya Fransa ye."

CENÎ diyar kir, tevî ku dozgeriya Fransayê di 9'ê Tîrmeha 2015'an de gilîname amade kir jî, dema destpêkirina dozê weke Çileya 2017'an hat diyar kirin û wiha dewam kir: "Haya rayedarên Fransayê ji pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên bersûc hebû. Bi taloqkirina dozê re gelo li bendê bû ku kujer beriya destpêkirina dozê bimire û ev cînayeta siyasî ronî nebe? Berpirsyarê alîkar ê îstîxbarata Tirk, di havîna 2015'an de weke Sefîrê Bilind ê Tirk ê Parîsê hat wezîfedarkirin. Gelo rola vê yekê di bûyerê de çi ye?

Ev sê sal in, weke jinên Kurd ji bo bicihhatina edaletê em têdikoşin. Her rojên Çarşemê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê em çalakiyên protestoyî lidar dixin. Em ê destûrê nedin ku ev cînayeta siyasî bê nixumandin. Jİ bo ev cînayeta bi xwîn û sar ji her alî ve were ronîkirin û berpirsyar bên cezakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."