Cenazeyên gerîlayên YJA Starê hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Şernaz Kaplan û Emîne Kaplan ên li Mêrdînê şehîd bûne, hatin veşartin.

Di 4’ê Tebaxê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bombebarana pêk hatibû de gerîlayên YJA-Starê Leyla Gulcu (Dîcle Eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) şehîd bûn. Cenazeyên her sê endamên YJA-Starê, piştî 143 roj şûn de duh radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê Kaplanê, li gundê Tilmis ê navçeya Xîzan a Bedlisê hate veşartin. Malbat di rê de li gelek cihan bi astengiya leşker û polîsan re rû bi rû ma. Bicihanîna wecîbeyên olî û şûştina cenaze li gundiyan hate astengkirin. Tevlîbûna bi sedan kesên ji bo definkirinê hatin bahev, hate astengkirin. Destûr hate dayîn ku tenê ferdên malbatê tevlî merasîma cenaze bibin.

ÊLIH

Cenazeyê Emîne Kaplanê jî li goristana taxa Petrol a Êlihê hate veşartin. Malbata Kaplanê di ketina goristanê de bi astengkirina polîsan re rû bi rû ma. Bi sedan kesên ji bo merasîma cenaze kom bûn hatin dorpêçkirin. Li ser israra girseyê hin kesan karîn tevlî merasîmê bibin. Girseyeke qelebalix jî derveyî goristanê sekinî. Bi hinceta "ewlehiyê" destûr nehate dayîn ku rojnamevan merasîmê bişopînin. Cenazeyê Kaplan bi şîn û girî hate veşartin.