Cenazeyê Fermandara YJŞ'ê Dêrsim hat veşartin

Cenazeyê Fermandara YJŞ'ê Zîlan Cûdî Dêrsim bi merasîmeke leşkerî li Pakrawangeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş hat veşartin.

Cenazeyê Fermandara YJŞ'ê Zîlan Cûdî Dêrsim (Gonca Gungor) a ku di 21'ê Nîsanê de dema li ser erka xwe jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin. Dêrsim li Pakrawangeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Şengalê bi merasîmeke leşkerî hate veşartin. Endama Meclîsa Jinên Şengalê Xoxê Feqîr, Fermandarê YBŞ'ê Tîrêj Şengalî, Fermandara YJŞ'ê Rosyar Vejîn, Sozdar Şengalî û bi sedan welatiyên Şengalê, şervanên YJŞ'ê û YBŞ'ê, gerîllayên HPG/YJA-STAR’ê tevlî merasîmê bûn.


VEJÎN: EM Ê WESIYETA WÊ PÊK BÎNIN


Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Fermdara YJŞ'ê Rosyar Vejîn axivî û di destpêkê de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji malbata Gungor re xwest. Vejîn wiha domand; "Rêhevalên rêzdar; bi bîranîna rêhaval Zîlan û ji bo em xwedî li mîrasê ku ji me re hêlayî derbikevin, pêwîst e bi rûhê fedayî em tevlî bibin. Rêheval Zîlan ji cihê berxwedanê ya Seyîd Riza, li Dêrsimê ji dayîk bûye û rûhê tevlîbûnê ji xaka Dêrsimê girtiye. Rêheval Zîlan keça Dêrsimê bû, qetlîama Dêrsimê ji bîr nekir û li dijî hemû desthilatdariyan têdikoşiya."


Vejîn diyar kir ku ji bo ku tola qetlîama 2014'an ya li ser gelê Êzidî rake tevlî bû û têkoşîneke mezin da nîşandan. Vejîn wiha domand; "Rêheval Zîlan şehîd ket lê belê li pişt xwe xeta jina azad ya YJŞ'ê ku bibû fermandar û kesayeteke têkoşînê li pey xwe hişt."


Rosyar Vejîn axaftina xwe wiha domand; "Rêheval Zîlan azadkirina jinên Êzidî yên ku esîr hatibûn girtin ji bo xwe kiribû armanc û fermandarî di ruhê xwe de ava kiribû. Avakirin û mezinbûna YJŞ'ê re misyona pêşengtî girt ser milê xwe û bûye yek ji fermandara YJŞ'ê. Wesiyeta rêheval Zîlan ev e; "Rizgarkirina 6 hezar jinên Êzidî yên êsîr. Em jî wek YJŞ bi xwîna şehîdên xwe re heta dawiyê parastina xaka Şengalê bikin û emê wesiyeta rêheval Zîlanê bi cih bînin.


Çawa ku rêheval Zîlan di têkoşîna xwe de sînor nas nekir û li hemû cihan têkoşiya, em jî wê tekoşîna wê derbasî her cihî bikin. Di van mewzûyên berxwedanê de Kurdistaneke azad û Êzidxaneya azad wê hêj bêhtir bihêz bibe. Ez bang li hemû kesan dikim ku tevlî YBŞ û YJŞ'ê bibin û mezin bikin."

 


FEQÎR: EM Ê BIBIN BERSIVA ÊRÎŞÊN LI ŞENGALÊ


Endama Meclîsa Jinên Şengalê Xoxê Feqîr jî sersaxî ji malbata Dêrsimê re xwest û wiha got; "Em li pêşiya hemû şehîdên têkoşînê bi rêzdarî kemberbest dibin. Şehîd Zîlan û hemû şehîdên ku li vê şehîdgehê zarok û birayên Êzidiyan e. Em êdî malbatek in. Em sozê didin şehîd Zîlan, ji bo azadiyê çi tişt ji destê me were, em ê wê bikin û emê YJŞ û YBŞ'ê mezintir bikin. Bila çavên Zîlanê li paş nemîne. Em ê xwedî li bîranîna wê derbikevin."
Cenazeyê Fermandara YJŞ'ê Zîlan Cûdi Dêrsim bi dirûşmeyên, 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok Jiyan Nabe', û 'Şehîd Namirin' , bi tilîliyên dayikên Şengalê li ser milê YJŞ'ê û YBŞ'ê li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş hat veşartin.