Cenazeyê Dayika Şemiyê Eren hate veşartin

Cenazeyê Dayika Şemiyê Elmas Eren ku 39 salan ji bo li aqûbeta kurê xwe Hayrettîn Eren têkoşiya bi merasîmekê hate veşartin.

Dayika Şemiyê Elmas Eren ji bo aqûbeta kurê xwe Hayrettîn Eren ku 20’ê Mijdara 1980’an li Stenbolê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin, bipirse 39 salan têkoşiya li mala xwe ya li Avcilarê ji ber nexweşiyê rehmet kiribû. Cenazeyê Eren bi merasîmekê hate veşartin.

Dayikên Şemiyê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik û Fîlîz Keretecîoglû, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, Alî Şekre, Ûtkû Çakirozer, Seroka CHP’ê ya Bajarê Stenbolê Canan Kaftancioglû, Serokê Şaredariya Adalar a CHP’ê Erdem Gul, Serokê Şaredariya Avcilar Tûran Hanerçî û gelek rojnamger û nûnerên STK’ê beşdarî merasîma cenaze bûn.

Nimêja cenazeyê Eren li Mizgefta Hacî Osman a li Avcilarê hate kirin û ji bo veşartinê cenaze birin Goristana Nû ya Kuçukçemecê. Li goristanê cenazeyê Eren ji aliyê heskiriyên wê ve hate veşartin.