Cara yekem e li Tûnûsê jinek dibe seroka şaredariyê

Li paytexta Tûnûsê Tûnûs cara yekem e ku jinek ji bo serokatiya şaredariyê tê hilbijartin.

Jina bi navê Sûad Abdûrrahîm a ji partiya Ennahdha ya Îslamî ji bo serokatiya şaredariyê kete pêşbirkê û bi ser ket.

Li paytexta Tûnûsê Tûnûs cara yekem e ku jinek ji bo serokatiya şaredariyê tê hilbijartin. Piştî eşkerekirina serketina hilbijartinê û şûnde Abdûrrahîm nirxandineke kurt kir û got: “Ez serketina xwe diyarî hemû jinên welat dikim.”

Abdûrrahîm a 53 salî, kargeheke ya dermanxaneyê bi rê ve dibe. Her çendî ji partiya Ennhdha Îslamî hatibe hilbijartin jî, xwe weke serbixwe pênase dike. Ji aliyê encamên meclîsa şaredariyê ve bi 26 dengan bi ser ket.