Cansiz, Dogan û Şaylemez li Parîsê hatin bibîranîn

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 4. a komkujiyê de ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND'ê va hatin bibîranîn.

Ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, endama KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hatin kuştin, ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ve hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê pêk hat. Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, Hevşaredarê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Veysel Keser, nivîskar Fûat Kav, ji nûnerên TJK-E Zozan Serhed, siyasetmedarên Kurd, nûnerên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û hunermend Marûf û Suleyman Çarnewa tevlî bûn.

Zozan Serhed li vir axivî û got, "Em hevparên vê komkujiyê û yên biryara komkujiyê dane baş nas dikin. Berpirsyariya Fransa û Tirkiyeyê yek e. Ji bo ev hevkariya tarî ron3ı nebe, beriya niha bi demeke kurt tetîkkêş ji holê rakirin."

BAV ŞAYLEMEZ HELBEST XWEND

Bav Cûmalî Şaylemez jî da xuyakirin, ku Kurd wê vê komkujiyê ji bîr nekin û got, "Ez bawer im wê Kurd bi têkoşîna xwe vê dozê bibe heta dawiyê." Şaylemez piştî axaftinê, helbest li ser keça xwe nivîsandî xwend.

KAV: BI XWEDÎDERKETINA LI TÊKOŞÎNÊ EM DIKARIN RIZGAR BIBIN

Nivîskar Fûat Kav jî got, "Eger em welatekî nafirînin wê jin, ciwan û zarokên me wê ji mirinê rizgar nebin. Nabe ku ji ber kuştina xwe em gilî û gazinan bikin. Eger em azad nebin, wê her kes me bikuje. Îro jî 15 hevalên me yên jin li zîndanên Îranê ne. Li benda mirinê ne. Kurd li cîhanê bê xwedî ne. Her kes dixwaze te bike leşkerê xwe. Eger tu nebe, hingî hewl dide te bikuje. Lewma divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Wê çaxê em ê karibin hevalên Sakîne, Fîdan û Leyla rizgar bikin."

Kav di dawiya axaftina xwe de helbesta xwe ya ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez xwend.

Hozan Marûf, Suleyman Çarnewa, Nûarîn û hunermendên TEV-ÇAND'ê jî hunera xwe pêşkêş kirin.