Cansiz, Dogan û Şaylemez li Atîna û Înnsbûrck hatin bîranîn

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê û bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê, damezrênera PKK'ê Sankîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku li 9'ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li paytexta Yewnanîstan Atînayê hate bîranîn.

Civîna bîranînê ya ku li kampa Lavrîonê hate lidarxistin, ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyek rêzgirtinê re destpê kir.

Li ser navê Komîna Jinan a Lavrîonê Rûşen Dersim axifî û got: "Tevgera Jina Kurd bi saya pêşengên mîna hevala Sara, Rojbîn û Ronahî ber bi azadiyê ve dimeşin. Qetilkirina her 3 jinên şoreşger a li paytexta Fransa Parîsê ne bûyereke ji rêzê ye. Ji ronîkirina vê bûyerê hikûmeta Fransa berpirsyare. Gelê Kurd û bi taybet Têkoşîna Jina Kurd vê qetlîamê ji bîr nake û şopdarê qetlîamê bin heta ku hêzên li pişt qetlîamê diyar dibin."

Jinên Kurd ên beşdarî civîna bûn ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê bang li saziyên Navneteweyî kirin.

ÎNNSBÛRCK

Li bajarê Înnsbûrck ê Awûstûryayê, di kesayeta jinên Kurd ên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez de hemû şehîdên meha Çileyê û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku di berxwedana Xwerêveberiyê de ji aliyê çeteyên dewleta TIrk ve hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

Bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir, sînevîzyoan ku têkildarî têkoşîn û şoreşa Cansiz û hevalên wê hatibû amadekirin hate pîşandan. 

Di bîranînê de Serpil Xarpet axafî û bal kişand ser têkoşîna azadiya Jinê û bi Cansizê re têkoşîna jina Kurd bilind bûye.

Erdal Mereş jî axivî û got: "Qetlîama li dijî Sarayan hate kirin, di kesayeta Sarayê de jina Kurd , û Têkoşîna Jina Kurd hatiye hedefkirin.

Bîranîn piştî axaftinan û dirûşman ve bi dawî bû.