Çalakiyên 8'ê Adarê li Ewropayê dewam dikin

Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li gelek bajaran bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidar xistin.

Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li gelek bajaran bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidar xistin.

LONDON: Li ser banga Meclîsa Jinê ya Roj, jinên Kurd bi kincên xwe yên gelêrî li herêma Edmonton a li bakurê paytexta Îngilîstan Londonê li hev civiyan. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û peyamên KCK û TJK-E yên bi wesîleya rojê hatin xwendin. Li herêma Croydon a Londonê jî, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Meclîsa Jinê ya Dayika Taybet hat ragihandin.

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, çalakiya 8'ê Adarê ji aliyê rêxistinên jinan ên Elman û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin. Jinên li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Çalakî bi xwendina belavokên komên beşdar, qediya.

FRÎEDRÎCHSHAFEN: Li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê, Kurdistaniyan 8'ê Adarê li Bûchhornplatzê pîroz kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok û qurnefîl hatin belavkirin. Çalakgeran her wiha wêneyên Sakîne Cansiz a li Parîsê hat kuştin, parlamenterên HDP'ê, hevşaredar û siyasetmedarên jin ên girtî hildan. Çalakgeran destnîşan kirin, ku jin hêza bingehîn a şoreşê ne û bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" dawî li çalakiya xwe anîn.

BONN: Meclîsa Jinê ya Sara, Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan a Troîsdorfê û gelek komeleyên jinên Elman bi hev re çalakiya 8'ê Adarê organîze kirin. Jinên li navenda bajêr li hev civiyan, ber bi Frîedenplatzê meşiyan û li vê derê mîtîngek pêk anîn. Di çalakiyê de li ser girîngî û wateya rojê axaftin hat kirin.

DORTMÛND: Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, çalakiya 8'ê Adarê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre li ser wate û girîngiya rojê axaftin hat kirin. Komên herêmî yên muzîkê jî derketin ser dikê hunera xwe pêşkêş kirin.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, jinên Kurd, Tirk û Elman li ber HBF li hev civiyan û belavoka li ser 8'ê Adarê xwendin. Rêxistina jinê ya Coûrage jî di heman demê de standeke enformasyonê danî. Meşa li vê derê li meydana Denkmalê qediya.

HELSÎNBORG: Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, jinên Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de tevî axaftinên li ser wateya rojê, peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê hat xwendin. Jinan her wiha bal kişandin ser êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê yên li dijî jinan û tevgera azadiyê û bang li hilbijêran hat kirin ku di referandûma 8-9'ê Nîsanê de dengê NA bidin. Çalakî piştî stranên Koma Kobanê û lîstika şano qediya.

TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, bi wesîleya 8'ê Adarê meşek hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Torîno dijîn bi pankarta bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî" ya bi zimanê Îtalyanî tevlî çalakiyê bûn. Meş heta meydana Kastello dewam kir.

MULHOÛSE: Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê jî, jinên Kurd, Tirkiyeyî û Fransayê bi heman armancê meşiyan. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û Partiya Antî Kapîtalîst a Nû (NPA), Lîga Mafên Mirovan, Plannîng Famîlîal, CGT, ACOFT, û rêxistina bi navê Jin a Nû, destek dan çalakiyê. Di meşê de pankarta bi zimanê Fransî ya bi nivîsa "Jin nebe şoreş nabe, şoreş nebe jin azad nabe" hat vekirin.

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê li ser banga Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rezgirtinê nûnerên Meclîsa Gel a Bîelê, SKB, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan li ser wateya rojê axivîn û gotin, "Nêzîkatiya li jinê nêzîkatiya li azadiya Rêber Apo ye." Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê li ser têkoşîn û berxwedana jinên Kurd û bi gerandina govendê qediya.

LANENTHAL: Li Langentalê jî li ser banga Însiyatîfa Jinên Kurd bi beşdariya bi dehan jinan li ber avahiya Sendîkaya Ûnîa çalakî hat lidarxistin.