BI DÎMEN

Çalakiya dadmendiyê ya Parîsê di 8’ê Adarê de jî dewam kir

Çalakiya dadmendiyê ya ji bo sê jinên şoreşger ku li Parîsê hatin qetilkirin, 8’ê Adarê jî dewam kir.

Li paytexta Fransa Parîsê, 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê ji bo sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin dadmendî hate xwestin.

Endamên SBK’ê jî tevlî çalakiyê bûn ku bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Ewropayê pêk hat.

Jinên ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê civiyan ber bi Bûroya Enfermasyonê ya Kurdistanê civiyan.

Di meşê de jinan dirûşmên ‘’Jin jiyan azadî’, ‘Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne’, ‘Kujer Erdogan’’ berz kirin.

Li ber Bûroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku 3 jinên şoreşger lê hatin qetilkirin deqeyek rêzgirtin çêbû û kulîlk hatin danîn.

Di axaftinan de hate wia gotin: ‘’Sakîne Cansiz pêşeng û sombola jina berxwedêr e. Em ê di rêça Sakîneyan de têkoşîna xwe bê rawest bidomînin’’

Di çalakiyê de hate xwestin ku Fransa têkildarî komkujiyê rastiyan derxîne holê.