Bûldan: Em ê Peymana Stenbolê li her derê biparêzin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Em ê li her derê Peymana Stenbolê biparêzin."

Doza ku Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê vekirin, li 10'emîn Daîreya Dadgeha Şêwirmendiyê pêk tê. Li ser navê Meclîsa Jinê wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan parastinê bike.

Rûniştin ji aliyê Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Cîgira Serokê Komê Meral Daniş Beştaş, wekîlên jin û endamên Meclîsa Jinan ve tê şopandin.

Bûldan beriya danişînê li ber Dadgeha Şêwirmendiyê daxuyanî da û got, "Di encama têkoşîna salan a jinan de ku bi ked, beden û gotinê mafê qezenc kirine nayê pejrandin ku bi biryara mêrekî peyman bê rakirin. Em careke din dibêjin: Peymana Stenbolê ne peymanek e ku bi gotineke ku ji nav mêran derdikeve, betal bibe û paşguh bibe. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran jin rastî şîdeta mêran tên, bi hezaran jin dimirin an jî tên qetilkirin, em biryara betalkirinê Peymana Stenbolê qebûl nakin. Em ê li her derê Peymana Stenbolê biparêzin."

Bûldan wiha got: "Bi navê HDP'ê me serî li Dadgeha Şêwirmendiyê dan û diyar kirin ku em biryara betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin. Dayina biryareke erênî ji aliyê Dadgeha Şêwirmendiyê ve ne tenê daxwaza me ye, di heman demê de daxwaza bi milyonan jinan a li vî welatî ne. Bi navê bi milyonan jinan em vê dozê dişopînin. Em careke din diyar dikin ku em ê ti carî bêhiqûqiyê qebûl nekin. Li vir dayikên çavê wan bi rondik hene, dayikên me yên ku keçên xwe ji ber şîdeta mêran winda kirine hene. Lê ji bo ku bi mîlyonan dayikên li vî welatî nekevin heman rewşê em ê bi hev re vê pêvajoyê bişopînin. Em ê ti carî dest ji vê xeta xwe ya têkoşînê bernedin, em ê ti carî tawîzan nedin."