Bû jin a herî ciwan ku bi tenê li tevahiya cîhanê firiya

Pîlota ciwan Zara Rûtherford, piştî têkoşîna ji pênc mehan bû jin a herî ciwan ku bi tena serê xwe li derdora cîhanê firiya.

Zara Rûtherford a 19 salî, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, 2 meh piştî dema plankirî gihîşt Kortrijk-Wevelgem a Belçîkayê.

Di dema rêwîtiya xwe de mehekê li Nome û Alaskayê, 41 rojan jî li Rûsyayê ma.

Xwendekara berê ya St. Swithun's Schoolê dema ku vegeriya Belçîkayê ji aliyê malbata xwe, rojnamevanan û xêrxwazan ve hate pêşwazîkirin.

Di dema daketinê de çar balafirên ji tîma pêşandana akrobasiyê ya Şeytanên Sor ên Belçîkayê bi Rûtherford re bûn.

Di civîna çapemeniyê de got, ji ber ku firîna ji 51.000 km'yî ji xwe re kiriye bar, ew gelekî kêfxweş e.

Rûtherford got, "Ya herî zehmet firîna li ser Sîbîryayê bû; gelekî sar bû û eger motor bisekiniya bêyî rizgarkirinê ez ê bi saetan li cihekî dûr bima. Ne bawer bûm ku sax bimam."

Her wiha got, "Ez gelekî dixwazim ku tecrûbeya xwe ji mirovan re vebêjim û wan teşwîq bikim ku di jiyana xwe de tiştên ne ji rêzê bikin."

Ger û geşta ku 18'ê Tebaxê dest pê kir li ser pênc parzemînan û zêdeyî 60 rawestgehan hate plankirin.

Jin a herî ciwan a beriya niha bi tena serê xwe li dora cîhanê zîvirî, Shaesta Waiz a Amerîkî bû ku hingî 30 salî bû û sala 2017'an ev yek pêk anî. Mêr ê herî ciwan ê ku ev rekor şikandiye 18 salî bû.

Rûtherford bû jin a herî ciwan a ku ev wezîfe pêk aniye.