'Bila 8'ê Adarê bibe wesîleya têkoşîna hevpar a jinên Sûriyeyê'

Ehmed: Em bang li hemû jinên Sûriye û Rojhilata Navîn dikin, ku ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, rewşa jinên Sûriyeyî û projeyên MSD'ê yên ji bo jinan, ji ANF'ê re vegot.

'JINAN ÊŞÊN GELEKÎ GIRAN KIŞANDIN'

Îlham Ehmed da xuyakirin, ku rewşa jinan li Bakurê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê ji hev cuda ne û der barê rewşa jinên li herêmên navîn ên Sûriyeyê wiha axivî: "Ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, ku nayê çareserkirin û ji ber hovîtiya DAIŞ'ê ev 6 sal in li herêmên navîn ên Sûriyeyê jin di nava rewşeke gelekî giran de ne. Dest avêtin gelek jinan, gelek jin kuştin û kirin kole. Jinan ji ber şer malbata xwe winda kirin, neçar man cih û warên xwe biterikînin û bibin koçber. Ji ber ku beriya vê rewşê, rêxistinbûneke wan nebû, asteke wan a xwe parastinê nebû. Di heman demê de nezantiyeke giran li ser wan hatibû ferzkirin."

'LI HERÊMÊN NAVÎN ÊN SÛRIYEYÊ HÊ PÊŞENGIYEKE CIDÎ NÎNE'

Ehmed da xuyakirin, beriya destpêkirina vê rewşa ku navê 'Şoreşa Sûriyeyê' lê tê kirin, li van herêman rêxistinbûneke cidî ya jinan tine bû û got, "Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî rû da, di nava rêxistinên civakî yên sivîl de mîna heyeteke jinan rêxistinbûnek çêbû. Ew jî rêxistinbûneke bêbandor e û tenê di çarçoveya alîkariya însanî de dixebite. Gava nîqaşên li ser çareseriya siyasî dest pê kir, em pê hesiyan ku bi zorê tenê di rêjeya ji sedî 30 de cih ji jinan re hat veqetandin. Heyeteke ku mîna meclîsa şêwirmendiyê bi de Mîstûra re dixebite û nikare xwe ji zîhniyeta giştî rizgar bike. Nikarin li cem gel cih bigirin û rê li ber guherîna civakî vekin. Ji ber vê yekê, di nava Sûriyeyê de pêşengiyeke girîng a jinê dernakeve."

'BI VÊ REWŞA GIRAN 8'Ê ADARÊ PÊŞWAZÎ DIKIN'

Ehmed anî ziman, ev rewş jî dibe sedem ku êşên jinê bidomin û got, "Ji ber vê yekê, di mijara zanebûn, perwerde, rêxisinbûn û xweparastina jinê de, di warê xwedîdeketina li maf û welatê xwe de, pêşketin nayê afirandin. Halbûkî yekane tişta ku dikare rewşa jinên li Sûriyeyê biguherîne, afirandina vîneke bi vî rengî bû. Ji ber ku rêxistinbûneke jinê ya bi vê armancê radibe nîne, ji ber ku nikarin jinê bikin xwedî vîn, îro ji bilî Bakurê Sûriyeyê li hemû herêmên navîn ên Sûriyeyê, jin di nava rewşeke gelekî giran de ne. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî bi heman êşê û rewşa giran pêşwazî dikin."

'BAKURÊ SÛRIYEYÊ BÛ QADA ŞOREŞA JINÊ'

Îlham Ehmed da xuyakirin, ku rewşa jinên li Bakurê Sûriyeyê cuda ye, ku bi pêşengiya jinên Kurd li hemû qadên jiyanê yên weke siyaset û parastinê xwe bi rêxistin kirin û gihîştin astekê.

Ehmed got, "Şoreşa rasteqîn a li Sûriyeyê, bi pêşengiya jina li Bakurê Sûriyeyê pêk hat. Di dîroka jinên Sûriyeyê de cara yekê ye jin digihêjin vê asta zanebûn, îrade, rêxistinbûn û xwedî biryar. Gihîştin wê astê ku ne tenê li jinên herêmê, bandorl i tevahiya jinên cîhanê kirin. Di van pêşketinan de bandora jinên Kurd gelekî zêde ye."

'ASTA PÊŞKETINÊ YA JINÊN EREB BALÊ DIKIŞÎNE'

Îlham Ehmed anî ziman, têkoşîna jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bandor li jinên gelên din ên li Bakurê Sûriyeyê jî kiriye û got, "Jinên Suryanî jî ji bo rêxistinbûn, parastin û rêxistiniya xweser de têkoşîna xwe mezin kirine. Bi taybetî li herêmên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, asta pêşketinê ya jinên Ereb balê dikişîne. Li van herêman gelek akademî hatin vekirin û ji aliyê siyasî ve bi tevlîbûneke xurt jin xwe li van akademiyan perwerde dikin. Li van herêman potansiyeleke xurt a jinan heye. Mînak; vaye Meclîsa Jinê ya Minbicê hat ragihandin. Yekemcar e jinên Ereb xwe di vê astê de bi rêxistin dikin. Jin li nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî xwe bi rengekî xweser bi rêxistin dikin. Ev çend dewre ne perwerdeya xwe ya akademîk dikin. Wekî din ji Reqayê gelek tevlîbûna jinan heye. Dikarim bêjim jinên Ereb jî di rêya rêxistinbûn, têkoşîn û azadiyê ya jinên kurd bi têkoşîneke mezin vekir de, dimeşin. Ev yek rê li ber hêviyeke mezin vedike. Asta jinên li Minbic û herêmên din ên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin, destpêka şoreşa jinê ya Sûriyeyê ye."

'EM PLAN DIKIN KU KONGREYA JINÊN SÛRIYEYÊ LIDAR BIXIN'

Ehmed destnîşank ir, ku ev asta pêşketinê ya li Bakurê Sûriyeyê li ser mîrateya bi hezaran jinên di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane afiriye û got, "Em şopdarên wan e. Em ê têkoşîna wan bigihînin hemû jinên Sûriyeyê bû bi ser bixînin. Weke MSD'ê projeyên me hene. Em bi rêya navend, buro û meclîsên jinan projeyan ava kirin. Em plan dikin ku Kongreya Jinên Sûriyeyê lidar bixin."

Ehmed diyar kir, ji bo jinên li herêmên pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê heye, wan dest bi vekirina buroyên jinan kirine.

'EM BI HEV RE JI BO JIYANA AZAD TÊBIKOŞIN'

Îlham Ehmed 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got, "8'ê Adarê ji bo berxwedan û bi destxistina maf, rojeke sembolîk a navneteweyî ye. Ji bo ne tenê rojek, hemû roj ji bo jinan cejne be, her wiha ji bo rakirina zext û zordariya serdestiya mêr, divê em bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin. Lewma em bang li hemû jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn dikin, ku ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev bi hev re têbikoşin."