Yek ji jinên ji Rojavayê Kurdistanê ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re jiyan û çarenûsa wan guherî, Îlham Omer (Diya Ciwan) e. Îlham Omer 34 sal in di nava kar de ye, 11 sal in jî li Stargehên Jinan dixebite. Îlham Omer diyar kir ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re jiyana jinên Rojava guherî ye û got, "Nasnameya me ya jinê ya ku di nava kevneşopiyan de winda bûbû, ji nû ve derxiste holê. Ji me re bû nefeseke azad. Ez jineke bêçare bûm ku bi zarokatî hatim zewicandin. Lê niha bûme jinek ku ji bo jinan hemûyan dixebitim. Ev yek bi saya Rêber Apo, Têkoşîna Azadiyê û şehîdên me ye."
Îlham Omer ku weke zaroka malbateke ji neçarî jİ Bakurê Kurdistanê koçî Rojavayê Kurdistanê kir di sala 1969'an de ji dayik bû, di zarokatî de bêbav ma û ji aliyê dayika xwe ve hate mezinkirin. Dema ku 12-13 salî bû, cîranê helbestvanê Kurd Cegerxwîn bû. Îlham Omer anî ziman ku tovên destpêkê yên hişmendiya welatparêziya Kurd bi saya Cegerxwîn şîn bû Û got, "Cegerxwîn û hevjîna wî herdu jî extiyar bûn. Cîranê me bûn. Ji bo ji wan re bibim alîkar bi dilxwazî diçûm gel wan. Qala raperînên Kurdan dikir. Min guh dida wan, tevî ku her tişt fêhm nedikir jî. Hîn di zarokatiyê de hezkirina Kurdistanê kete dilê min. Ez ji Cegerxwîn hîn bûm bê Newroz çi ye."
BANDORA BINEVŞ AGAL
Îlham Omer da xuyakirin ku hişmendiya esasî ya welatparêziyê, di sala 1988'an de piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, pê re çê bû. Îlham Omer anî ziman ku bi bandora Binevş Agal (Bêrîvan) a ku 16'ê Çileya 1989'an li Cizîrê şehîd bû, ew tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û qala vê pêvajoyê kir: "Malbata min li gorî kevneşopiya wê demê di 16 salî de zewicand. Êşa vê yekê timî di dilê min de ma. Dema ku min hevala Bêrîvan nas kir hîn nû zarokeke min a keç çêbû bû. Ez li mala hevaleke xwe bûm. Min ew li wir dît. Qalê dikir, bê Kurdistan çawa ji aliyê dijmin ve bi çar parçeyan hatiye parçekirin, vê yekê bandoreke çawa li jinan kiriye, jin çawa bêhêz kiriye, di zarokatî de çawa hatine zewicandin û jin kirine koleyê mêr. Digot ku jin êdî tevlî nava têkoşînê dibin, li çiyê şer dikin. Her ku qalê dikir, di nava gotinên wê de min xwe didît. Gotinên wê gelekî bala min dikişand. Min nedixwest jê dûr bikevim. Berê Cegerxwîn qala Kurdistanê, raperînan kiribû. Lê belê dibe ku wê demê ji ber ku zarok bûm min baş jê fêhm nedikir. Dema ku ji mala hevala xwe çûm, min hevala Bêrîvan vexwend mala me. Piştî çend rojan hevala min hat û got, ku wê hevala Bêrîvan bê serdana min."
HEVSERÊ XWE JÎ TEVLÎ NAVA TÊKOŞÎNÊ DIKE
Îlham Omer da zanîn ku bi saya van serdanan weke jineke welatparêz tevlî nava têkoşînê bû û got, "Eger wê demê ne zewicî û ne dayika zarokekê bûma ez ê teqez tevlî nava têkoşînê bibûma û biçûma çiyê. Lê belê zarokeke min hebû. Lewma min biryar da ku destpêkê bi hevserê xwe re biaxivim. Min ji hevserê xwe re got, 'Keçeke me heye. Lê belê min gelekî ji fikrê Apoyiyan, PKK'ê hez kir, ez ê tevlî kar bibim. Eger tu jî qebûl bike em ê bi hev re jiyana xwe dewam bikin. Eger tu hewl bide bibe asteng, bila keça me li gel te be. Dayika te wê lê binihêre. Ez ê dest jê berdim û biçim. Kes nikare li hemberî vê biryara min bibe asteng'. Hevserê min bi rastî jî yekî weke min welatparêz bû, dil dabû fikrê PKK'ê û PKK'ê. Wî ji min re got, 'Ez ê jî tevlî kar bibim. Em ê bi hev re ji bo welatê xwe bixebitin'. Bi rastî jî gelekî piştgirî da min. Wê demê li gel zexta civakê jî ji min re bû hevrê, barê min rakir. Em ji derdora xwe re bûn mînak. Gelek caran dema ku ez dixebitîm hevserê min bi zarok û malê re eleqedar bû."
XWESÛYA MIN XWEST KU EM TOLÊ HILÎNIN
Îlham Omer diyar kir ku ew bi fikar bû, malbata hevserê wê bibe asteng, lê belê berevajî vê yekê xwesûya wê ya ku gelek zilm ji dewleta Tirk dît, piştgiriyeke mezin da wê.
Îlham Omer got, "Malbata min jî ji Bakurê Kurdistanê koç kiribû. Ez li Qamişloyê ji dayik bûm. Bavê heserê min ji eşîra Omeryanê bû. Bavê hevserê min ji bo leşkeriyê ji dewleta Tirk re neke reviya Rojava. Ji malbata wî û xwesûya min gelek kes ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin. Serê wan hate jêkirin. Xwesûya min tevî hin xizmên xwe reviyan û hatin Qamişloyê. Li wê derê bi bavê hevserê min re cara duyemîn zewicî. Dema ku min û hevserê min ji xwesûya min re got ku em ê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibin û ji bo Kurdistanê bixebitin, em bi fikar bûn. Ji me hebû ku wê bibe asteng, lê belê berevajî vê bendewariyê got, 'Bixebitin û tola me ji dewleta Tirk hilînin'. Ev yek ji bo min piştgiriyeke gelekî mezin bû. Piştre jî xwesûya min gelekî piştgirî da me. Malbata min û malbata hevserê min hemûyan dil dan Tevgera Azadiyê ya Kurd."
Îlham Omer diyar kir ku bi pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re di mijara jinê de jî li nava Kurdên welatparêz guhertinên girÎng pêk hatin û got, "Sala 1989'an Bêrîvan şehîd bû, ku vê yekê gelekî bandor li me kir. Dilszoiya me xurtir kir. Me soz da ku em ê hîn bêhtir kar bikin."
ÊŞKENCEYÊN GIRAN ÊN REJÎMA BAASÊ
Îlham Omer ku piştî dest bi têkoşînê kir, zext û êşkence ji rejîma Baasê dît, di salên 1989 û 1991'ê de caran hate girtin. Bi vî rengî qala wê demê kir, "Êşkence kirin, lê belê li ser têkoşînê min tiştek ji wan re negot. Di girtina destpêkê de, ji ber ku heval ketin destê rejîmê, êşkenceyan bandor li min nedikir. Sala 1989'an diviya bûm min 2 heval bigihanda nuqteyekeê. Bêyî ku cihê me lê ne diyar bike, li Qamişloyê em li otobusekê siwar bûn, lê belê di wesayitê de min endamên îstîxbarata rejîmê dît. Bi me hesiyan û piştî ku em ji otobusê peya bûn, dan pey me. Em ketin nava kolanan. Heval nekete destê wan, lê belê bi şev avêtin ser mala me û ez girtin. Cihê hevalan dipirsîn. Dema ku min ji wan re digot 'ez nizanim' dîn dibûn. Bi êşkenceyê lingê min şikandin. Malbata min piştî 23 rojan bi berdêla peyan ez derxist.
Cara din jî bawerim sala 1991'ê bû. Em di meşekê de bûn. Dan dû me. Li cihekî ez girtin. Wê demê 10 rojan ez girtî mam. Hin kesên din jî girtibûn. Ji min dipirsîn ku ev 'kî ne'. Min ew nas dikir. Bi hemûyan re li eniyê xebitî bûm, lê belê min got ku ti ji wan nas nakim. Êşkence kirin. Malbata min bi berdêla pereyan ez rizgar kir."
MIN JI KASETÊ GUHDARÎ DIKIR Û JI BER DIKIR
Îlham Omer diyar kir ku dema Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, xwendin û nivîsandina wê tune bû, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî dikir û got, "Min li kasetên Rêbertî hemû guhdarî dikir. Her gotineke wî bandor li min dikir. Wê demê xwendin û nivîsandina min tune bû, piştre di nava tevgerê de bi qasî ku têra min bike, min xwe hîn kir. Min rêbazeke welê ji xwe re çêkir. Gotinên Rêbertî min gelek caran dubare dikir û li ser wan difikirîm. Bi rastî jî min hemû ji ber kiribû."
TEVLÎ KARÊN GEL BÛ
Îlham Omer anî ziman ku li Rojava tevlî hemû karên gel bû, her kar bi hesasiyeteke mezin kir û got, "Kovara Dengê Kurdistanê dihat. Min belav dikir. Wê demê kar hemû bi dizî dihate kirin. Rejîmê gelekî zext dikir. Mînak civînên me çêdibûn. Eger rejîmê bi me bihesiya em dikir, lewma me civînê xwe li deverên herî bi herî dikir. Wê demê bajarvanî ewqasî tune bû. Me digot, 'Eger rejîm bi me bihese jî wesayitên wan nakevin nava ewqas heriyê'. Me wê demê tedbîrên xwe digirt, hêza xwe parastinê ji Rêber Apo û şehîdan digirt."
BI SAYA RÊBER APO Û ŞEHÎDAN
Îlham Omer ku ji sala 1988'an û vir ve navber nedaye karên xwe, yek ji endamên destpêkê yên Yekîtiya Star (Kongreya Star) e ku sala 2005'an ji aliyê jinên Rojavayî ve hate avakirin. Her wiha yek ji endamên damezrîner ên stargehên jinan e ku bi Şoreşa Rojava re ava bûn.
Îlham Omer ji sala 2011'an û vir ve li stargehên jinan dixebite û niha berpirsyariyê ji hemû stargehên jinan ên li Cizîrê re dike. Îlham Omer diyar kir ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re jiyana jinên Rojava guherî ye û got, "Nasnameya me ya jinê ya ku di nava kevneşopiyan de winda bûbû, ji nû ve derxiste holê. Ji me re bû nefeseke azad. Ez jineke bêçare bûm ku bi zarokatî hatim zewicandin. Lê niha bûme jinek ku ji bo jinan hemûyan dixebitim. Ev yek bi saya Rêber Apo, Têkoşîna Azadiyê û şehîdên me ye."