Bi sedan jin li Êlihê li dijî qirkirina jinan meşiyan
Bi sedan jin li Êlihê li dijî qirkirina jinan meşiyan
Bi sedan jin li Êlihê li dijî qirkirina jinan meşiyan
Li Êlihê di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de, li hember tundî û qirkirina li ser jinan berdewam dike û ji bo ev êrîş û tundiyên li ser jinê bi dawî bibin meşek li dar xistin. Jinan xwest qirkirin û tundiya li ser jinan demildest bi dawî bibe.
Li Êlihê di bin pêşengiya DOKH'ê de, li hember tundî û qirkirina li ser jinê didome û ji bo ev êrîş û tundiyên li ser jinê bi dawî bibin meşek li darxist û daxuyaniya çepeminiyê da. Jin li ber Mala Gel a Mehmet Sîncar kom bûn û li vir dest bi meşê kirin. Di meşê de endamên MP BDP Melîha Varişli, Aqîde Îdîn, Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, xebatkarên SELÎS û gelek bi sedan jin amade bûn.
Di meşê de pankarta wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û pankarta “Qirkirina jinê qirikirina civakê ye ji qirkirina jinê re na” hatin vekirin. Jinan dowîzên “Dest nede bedena min”, “Ji qirkirina jinê re na” û “Ji qirkirina siyasî û leşkerî na” hildan û bê navber sloganên “Jin jiyan azadî” “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Seroka Apo” qîr kirin. Di dema meşê de jinên li ser kolanan piştgirî dan meşvanan. Di meşê de jin û dayîkan li hemberî tundiya li ser jinê pêk tê bi slogan û tîlîliyan şermezar kirin. Meş li ber Parqa Şerzan Kurt bi dawî bû.
‘LI REXMÎ ZAGON HENE JÎ JIN JI ALIYÊ QANÛNAN VE TÊNE MEXDÛR KIRIN’
Li ber parqê li ser navê jinan Civaknasa SELÎS’ê Rana Şeker daxuyanî xwend. Şeker diyar kir ku, bi riya medya yê her kes dibîne ku her roj li ser jinan tundî û întîhara jinan zêde dibe û got, sîstema serwer a mêran li ser qirkirina jinê bê êşe. Şeker anî ziman ku, bi teybetî jin û zarok di bin vê sîstema zagona afirandiye de yê herî bên parastin ewin. Şeker da zanîn ku, her çiqas ev qanûn û zagon hebin jî li aliyekî din jî ji aliyê van qanûnan ve tên mexdurkirin û diyar kir ku, zarok û jin pirsgirêkê dijîn bi biryara nêrîna zilaman derdikeve holê.
Şeker têkildarî kuştinên jinan, întîhar û tundiya di meha dawî de li Êlih û derdorê wê rû da ne ev agahî dan: “Hatîce Daşli jina du canî ya 3 mehan bû û ji aliyê malbata xwe ve hate kuştin. Xebatkara tenduristiyê Sebahat Îlîk ji aliyê xezûrê xwe ve ji serê xwe gule xwar. Li Kercewsê Cemîle Kardaş bi ben întîharkir. Besna Çelîk li Kercewsê mirî li benda rê hate dîtin. Li Sasonê jinek navê wê nehat zanîn întîhar kir. Jina bi navê Fîdan Adiyaman bi xwînxwarî ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hate birîndarkirin. Her dawî jî li Sêrtê L.B a 15 salî bi çekê û S.O ya 13 salî ji bi awayekî qirika wê jêkirî li mitbexê hate dîtîn.”
Şeker diyar kir ku, qirkirin û tundiya li ser jinê pêwîste ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve bê û hemû saziyên pêwendîdar ve perpiryar bin. Şeker anî ziman ku, ew hemû kes û aliyan û saziyan ji bo pêşî li qirkirina li ser jinê bê rakirin dawetî vê têkoşînê dikin.
Piştî daxuyaniyê jinan bi çepikan û sloganan dawî li çalakiya xwe anîn.